Mosko

Mosko
Москва  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Moscow  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nave(n) din: 
Third Rome  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mosko li ser nex?eye
Map
Mosko li ser nexşeya Rûsya nîşan dide
Mosko
Mosko
Koordinat: 55°45′21″Bk 37°37′4″Rh  /  55.75583°Bk 37.61778°Rh  / 55.75583; 37.61778
Parzemin Ewropa   Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewlet Duchy of Moscow, Grand Principality of Moscow, Tsardom of Russia, Imperatoriya Rusi , Komara rusi, Russian Socialist Federative Soviet Republic, Yekitiya Komaren Sovyet en Sosyalist , Rusya   Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Rusya (Russian Soviet Federative Socialist Republic, move of the capital of Russia from Petrograd to Moscow, 1918–)
  • Moscow Oblast (1929–)
  • Russian Soviet Federative Socialist Republic (1918–1991)
  • Yekitiya Komaren Sovyet en Sosyalist (1922–1991)
  • Imperatoriya Rusi (1728–1730)
  • Grand Principality of Moscow (1263–1547)
  • Tsardom of Russia (1547–1712)
  • Central Federal District (2000–)
  • Moscow Governorate (1708–1929)
  • Russian Socialist Federative Soviet Republic (1917 (bi juliani ) – 1922)
  • Moskovsky Uyezd
  • Moscow region (1917-1918)
  • Moscow Province (1719–1775)  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabune Naye zanin  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezriner Yuri Dolgorukiy  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Idari
 ? ?aredar Sergey Sobyanin (Mayor of Moscow, 2010–)  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada ruerde
 ? Gi?ti 2562 km 2 (989 sq mi)
Bilindahi
156 m (512 ft)
Nifus
12.455.682 (2021)  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • Moscow Time
  • UTC+3
  • Europe/Moscow  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefone 495, 499, 095  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeye 77, 97, 99, 177, 197, 199, 777, 799  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper www .mos .ru/   Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhere  -  Wikidaneye biguhere Belge

Mosko, Moskow yan ji Moskva (bi rusi : Москва, Moskva ), paytext u bajare heri mezin e Rusyaye ye. Bajer li ser Ceme Moskva ya li Rusyaya Navin radiweste ku bi nifusa xwe ya bi 13 milyone bajare heri qerebalixe Rusyaye ye. Zedetiri 18.8 milyon ?eni li qada bajari u zedetiri 21.5 milyon ?eni li qada metropola Moskowe dijin. Bajar heremek 2.511 kilometre cargo?e ruerd werdigire, qada bajari 5.891 kilometre cargo?e u qada metropole zedetiri 26.000 kilometre cargo?e ruerd werdigire. Moskow di nav bajaren heri mezin en cihane de ye ku bi tevahiya li Ewropaye bajare heri qerebalix e u mezintirin devera bajari u metropoli ya li Ewropaye ye. [1] Bajer ji hela bejahiye ve bajare heri mezin e parzemina Ewropaye ye. [2]

Yekem car di sala 1147an de hatiye belge kirin ku Moskow mezin buye u buye bajarek dewlemend u hezdar ku weki paytexta Duka Mezin a Moskowe xizmet kiriye. Dema ku Tsardoma Rusyaye hate ragihandin, Moskow di piraniya diroka xwe de weke navenda siyasi u abori dimine. Di bin serweriya Petruse Mezin de, paytexta Rusyaye di sala 1712an de hate veguhestin bajare nu-damezrandi ya Saint Petersburge u bandora Moskowe kem bu. Pi?ti ?ore?a Rusyaye u damezrandina SFSR ya Rusyaye, paytext di sala 1918an de vegeriya Moskowe u pi?tre bajer buye navenda siyasi ya Yekitiya Sovyete. Pi?ti hilwe?ina Yekitiya Sovyete, Moskow dibe paytexta Federasyona Rusyaye ya nu.

Bajer xwedi gelek avahiyen Mirateya Cihani ya UNESCOye ye ku bi pe?andana mimariya rusi nemaze Meydana Sor a diroki u avahiyen weki Katedrala Saint Basil u Kremlina Moskowe . Navenden gelek pi?esaziyen mezinen rusi li Moskowe ne. Veguhastina bajer ji hela torgilokek transit a berfireh ve te pi?tgirikirin ku te de car balafirgehen navneteweyi, deh terminalen trene, pergalek tramwaye, pergalek monorail u bi taybeti Metroya Moskowe ku pergala metroya heri qerebalix a li Ewropaye ye u yek ji mezintirin pergalen veguhastina bilez a cihane ye. [3] [4]

Etimoloji [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Te texminkirin ku nave bajer ji nave Ceme Moskvaye hatiye wergirtin. [5] Cend teoriyen din ji li ser koka nave cem hatine pe?niyar kirin. Kesen ji heremen Finno-Ugric Merya u Muroma ku bi esle ji e?iren Pe?-Slavi bajer weke Mustajoki binav kirine. [6]

Ya heri ba? ji aliye zimani ve u bi berfirehi te qebulkirin ji koka proto-balto-slavi *m?zg-/muzg- ji proto-hind u ewropi *meu- te wateya peyva "?il", ji ber ve yeke nave Moskow dibe ku be wateya cemek li ser zozana yan ji erdeki avi. [7] Di nav koka peyve de peyven wiha hene; bi rusi: музга, muzga "huz, col", litvani: mazgoti u letvani: mazg?t "?u?tin", sanskriti: majjati "xeniqandin", latini: merg? "binavkirin" hene. Li gelek welaten slavi Moskov pa?navek e ku heri zede li Rusya, Bulgaristan, Ukrayna u Makedonyaya Bakur belav dibe. [8] Weki din, li Polonya weki Mozgawa cihen bi heman navi hene. [9]

Ji ber ku nav ji cend naven slavi yen kevin bu, fnorma orijinal a rusi ya kevn weki *Moskы, *Moski ji nu ve hatiye guhertin. [10]

Dirok [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Pe?dirok [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kolanen arkeolojik ni?an didin ku li cihe Moskowe iro u derdora bajer ji demen kevnar ve mirov le dijin. Di nav veditinen pe?in de bermayen canda Lyalovo hene ku pispor temene van veditinan ji serdema neolitik, qonaxa dawin a Serdema Kevir re destni?an dikin. [11]

Veditin pi?trast dikin ku ni?tecihen pe?in en hereme necir u berhevkar bune. Li dora 950 p.z. du e?iren Slavi, Vyatichi u Krivichi, li vir bi cih dibin. Dibe ku Vyatichi bingeha nifusa xwemali ya Moskowe pek tinin. [12]

Diroka despeke [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Yekemin referansa diroki ya naskiriya Moskowe ji sala 1147an ve weki cihe civina Yuri Dolgoruki u Sviatoslav Olgovich vedigere. We deme ew bajarokek picuk li ser sinore rojavayi ye Mirektiya Vladimir-Suzdal bu. [13]

Di sala 1156an de, Kinyaz Yuri Dolgoruki bajer bi dar u xendeken li dora bajer xeten parastinan cekir. Di dema eri?a Mongolan ya li ser Kiyevana Rusyaye de, Mongolen Batu Xan bajer ?ewitandin u weran kirin u runi?tevanen bajere ku?tin.

Keleha dar na Moskv? "li ser Ceme Moskowe" ji aliye Daniel, kure picuk e Alexander Nevsky, di salen 1260an de hate nex?andin ku di we deme de ji milken bave wi ye heri kem nirx dihata hesabkirin. Daniel di we deme de hej zarok bu u keleha mezin ji hela Tiyunan (reveber) ve dihate revebirin ku ji hela mame bave Daniel, Yaroslave Tver ve dihatin erkdar kirin.

Daniel di salen 1270an de mezin dibe u be?dari ?eren desthilatdariye yen mirektiye dibe. Di hewildana xwe ya ji bo serweriya Novgorode li gel biraye xwe Dimitri cih digire. Ji sala 1283an ve Dimitri li keleka Duka Mezin Vladimir bu ku weki hikumdariya mirektiyek serbixwe tevdigeriya. Daniel bi damezrandina yekema Ke?i?xaneyen Moskowe te naskirin. [14]

Dema Tserdome [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Dimenek ji Katedrala Saint Basil ku di sala 1561an de hatiye cekirin.

Di sedsalen 16an u 17an de, se berevaniyen dorhel weke Kitay-gorod (Китай-город), Bajare Spi (Белый город) u Bajare Erdi (Земляной город) hatine avakirin. Lebele di 1547an de, du agiran giran piraniya bajer ?ewitand u di sala 1571an de ji Tataren Kirime Moskowe dagirkirin u ji xeyni Kremline hemi bajer ?ewitandin. [15] Di salnameyan de te gotin ku ji 200.000 runi?tvanan bajer tene 30.000 kes sax mane.

Tataren Kirime di sala 1591an de careke din disa eri? kirin le ve care bi diwaren nu yen parastine ku di navbera salen 1584 u 1591an de ji hela hunermenden bi nave Fyodor Kon ve hatiye cekirin ve bajer hate parastin. Di sala 1592an de, li dora bajer, di nav de deverek li perave raste ye Ceme Moskowe, xetek parastina axe ya derveyi ku 50 bircen ji axe heye hate cekirin. Weki xeta parastine ya heri derveyi, zincireke ke?i?xaneyen li derveyi qaden ba?ur u rojhilat hatin damezrandin ku di seri de Ke?i?xaneyen Novodevich u Donskoy, Danilov, Simonov, Novospasskiy u Andronikov bun ku niha piraniya wan muzexane ne. Diwaren bajer bi tegeheke helbesti, bi nave Bielokamennaya, "Diwaren Spi" dihate naskirin. Cihe xeten diwaren bajer en ku di sala 1592an de hatine cekirin ve hatiye destni?an dikin, niha ji xeta reya bi nave Xeleka Baxcan a Moskowe destni?an dikin.

Se deriyen cargo?e li aliye rojhilate diware Kremlin hebun ku di sedsala 17an de bi nave Konstantino-Eleninsky, Spassky, Nikolsky dihatin zanin. Dema ku deriye Konstantino-Elenensky li pi?t Katedrala Saint Basil bu, du deriyen pa?in rasterast li hember Qada Sor bun.

Xelayiya rusi ya ku salen 1601 u 1603an qewimiye dibe ku neziki 100.000 kes li Moskowe jiber bircibune mirin. Ji bo ku hikumdare Moskoye Sigismund III hewl da ku texte rusi bigire, ji 1610an heta sala 1612an le?keren Hevbe?a Poloni- Litvanya Moskoye dagir kirin. Di sala 1612an de, xelke Nijni Novgorode u bajaren din en Rusyaye bi pe?engiya mir Dmitri Pozharski u Kuzma Minin li diji dagirkeren poloni rabun, Kremlin dorpec kirin u wan ji bajer derxistin. Sedsala 17an di serhildanen populer de dewlemend bu ku wek rizgarkirina Moskowe ji dagirkeren Poloni-Litvani (1612), Serhildana Xwe (1648), Serhildana Sifir (1662) u Serhildana Moskowe ya sala 1682an di ve sedsale de pek hatine. Di nive destpeka sedsala 17an de, nifusa Moskowe ji 100 hezaran gihi?tiye 200 hezaran ku nifusa bajer du qat zede dibe. Te texmin kirin ku di nive sedsala 17an de, 20% ji ni?tecihen taxa Moskowe ji Duka Mezin a Litvanya bun ku di pratike de hemi ji welate xwe ji hela dagirkeren Muskovi ve sirgune Moskoye kirine. Di sala 1682an de, 692 avahi ji aliye kesen ji hela Ukrayni u Belarusiyan ve ku di dema ?ere Rus-Poloni de (1654-1667) ji bajaren xwe hatine revandin, li bakure diwaren bajer hatiye avakirin.

Serdema imparatoriye [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Pi?ti wendakirina statuya paytexta imperatoriye, nifusa Moskoye di destpeke de kem bu ku ji 200.000 kesan di sedsala 17an de gihi?te 130.000 kesan (1750). Nifusa bajer heta sala 1915an gihi?te 1,8 milyon kese. Ji ber nexwe?iya vebaya rusi ya 1770-1772 li Moskowe neziki 100.000 kesan mirin. [16]

Di sala 1700an de, avakirina reyen keviran dest pe kir. Di mijdara sala 1730an de, lambeyen kolane ya daimi hate hatin danasin u di sala 1867an de li gelek kolanan lambeyen gaze hebun. Di sala 1883an de li neziki Dergehen Prechistinskiye, lampayen arke hatin sazkirin. Di sala 1741an de Moskow bi barikatek 40 kilometre direj bajer hatiye dorpeckirin. Nerbenda Kamer-Kollezhskiy bi 16 deriyan re li bajer hate vekirin ji kesen ku dixwestin werin bajer xercen deriyan dihatin standin. Di sala 1813 an de, pi?ti werankirina piraniya bajer di dema dagirkeriya Fransaye de, Komisyona Avakirina Bajare Moskowe hate damezrandin. Tevi plansazkirina qismi ya navenda bajer, bernameyeke mezin a ji nuavakirine hate destpekirin. Di nav gelek avahiyen ku di ve deme de hatine cekirin yan ji ji nu ve hatine cekirin, Qesra Kremlin a Mezin u Armura Kremlin, Zaningeha Moskowe, Moskowe Manege (Dibistana Siwarbune) u ?anoya Bolshoi ye.

Dema ku Napolyon di sala 1812an de Rusyaye dagir kir, xwemaliyen moskowi ji bajer hatin derxistin. Te guman kirin ku ?ewata Moskowe bi girani ji ber bandora sabotajen Rusyaye bu. Heza Mezin a Napolyon necar ma ku pa?ve veke?e u ji ber zivistana rusi ya hi?k u eri?en sporadiki yen hezen le?keri yen rusi, hezen Napolyon hema hema hate tune kirin. Di ve deme de 400.000 le?keren Napolyon mirin.

Serdema sovyetan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Parada Sovyete li derveyi Hotel Moskva li Meydana Manezhnaya (1964).

Di ciriya pa?in sala 1917an de, bi agahiya serhildana Petrograde, Bol?eviken Moskowe ji dest bi serhildana xwe kirin. Di 2e ciriya pa?in sala 1917an de, pi?ti ?eren giran, desthilatdariya Sovyete li Moskowe hate damezrandin. [17]

Pi?tre re Vladimir Lenin, ji tirsa dagirkeriya biyani, di 12e adara sala 1918an de paytext ji Petrograd (Saint Petersburg) vedigere Moskowe. [18] Kremlin careke din bu cihe desthilatdariye u navenda siyasi ya dewleta nu.

Bi guhertina nirxen ku ji aliye ideolojiya komunist ve hatibun ferzkirin, kevne?opiya parastina mirata candi hat ?ikandin. Civaken parastine yen serbixwe, tewra yen ku tene ni?anen laik en weki OIRUya Moskowe diparezin, di dawiya sala 1920an de hatin hilwe?andin. Kampanyayeke nu ya diji dini ku di sala 1929an de hat destpekirin, bi kolektifkirina gundiyan re hevdem bu. Werankirina deren li bajaran li dor sala 1932an de derketiye lutkeye. Di sala 1937an de cend name ji Komiteya Navendi ya Partiya Komunist a Yekitiya Sovyete re hatin nivisandin ku nave Moskowe bibe "Stalindar" yan ji "Stalinodar", yek ji teqawidiyek pir ku xewna wi "li Stalinodar" u ji bo temsilkirina "diyari" (dar) jina Stalin navek hilbijartibu biji. Stalin ev pe?niyar red kir u pi?ti ku Nikolay Yezhov disa je re pe?niyar kir, hers bu u got: "Ev ji bo ci lazim e?" Ev yek dibe sedem ku Stalin di sala 1936an de guherandina naven li ser nave xwe qedexe dike.

Di dema ?ere Cihane ye Duyem de, Komiteya Parastine ya Dewleta Sovyete u Serfermandariya Gi?ti ya Arte?a Sor li Moskowe bun. Di sala 1941an de, 16 be?en dilxwazen neteweyi (zedeyi 160.000 kes), 25 tabur (18.000 kes), u car alayen endezyariye di nav Muscovitese de hatin damezrandin. Di navbera cotmeha sala 1941 u cileya sala 1942an de, Navenda Koma Arte?a Alman li derudora bajer hate rawestandin u pi?tre di pevajoya ?ere Moskowe de hatin durxistin. Gelek kargeh tevi piraniya hikumete hatin valakirin u ji 20e cotmehe ve dorpeciya bajer hate ragihandin. Ni?tecihen mayi xeten berevaniya li diji tankan ava kirin u di heman deme de bajar ji hewaye hate bombebaran kirin. Di 1e gulana sala 1944an de madalyayek "Ji bo parastina Moskowe" u di sala 1947an de madalyayek din "Ji bo biranina 800 saliya Moskowe" hate saz kirin.

Di ?ere Moskowe de hem qurbaniyen alman u hem ji sovyete bune mijara niqa?e, ji ber ku cavkaniyen cihereng texminen cuda cuda radigihinin. Di navbera 30e ilona sala 1941e u 7e cileya pa?in a sala 1942an de bi gi?ti wendahiyen Wehrmachte di navbera 248.000 u 400.000 u ji bo Arte?a Sor di navbera 650.000 u 1.280.000 de te texmin kirin.

Di salen pi?ti ?er de, krizek xani ya giran hebu ku bi avakirina avahiyen bilinden pir-qati hate careserkirin. Zedetiri 11.000 ji van bloken avahiyen en standardkiri u cekiri hene ku piraniya nifusa Moskowe dihewine u ew ji dur ve dike bajare ku heri zede avahiyen bilind le hene. [19] Hinek kolonen agahiyan li kargehan hatine cekirin u bi qismi hatine xemilandin beri ku werin hilanin u li qaten bilind werin danin.

Di sala 1959an de Nikita Kru?cev kampanya xwe ya li diji dine da destpekirin. Di sala 1964an de ji 20 hezar deran zedetiri 10 hezar der hatin girtin (bi pirani li heremen gundewari) u gelek ji hatin hilwe?andin. Ji 58 deran u deren ku di sala 1959an de vekiri bun, tene ?azdeh der di sala 1964an de mabun; ji penci deren Moskowe yen ku di sala 1959 de xebitin, Sih der hatin girtin u ?e? der ji hatine hilwe?andin.

Di 8e gulana sala 1965an de, ber di 20em salvegera serkevtina ?ere Cihane ye Duyem de, Moskow bi nave Bajare Qehreman hate xelat kirin.

Serdema nujen [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Dimenek ku te de Navenda Karsaziya Navneteweyi ya Moskowe u Ceme Moskvaye hatiye wenekirin.

Dema ku Yekitiya Sovyete di heman sale de hilwe?iya, Moskova paytexta SFSR ya Rusyaye ma (di 25e Kanuna Pe?in, 1991 de, SFSR ya Rusyaye hate guherandin Federasyona Rusyaye). Ji we deme vir ve, li Moskow aboriya bazarek derketiye hole ku zedebuna ji kirrubirra bi ?ewaza rojavayi, karubar, mimari u ?ewazen jiyane cedike.

Bajar di navbera salen 1990an u 2000an de mezinbuna xwe berdewam kir ku nifusa bajer ji bine neh milyonan heta deh milyone zede buye. Mason u Nigmatullina amaje dikin ku kontrolen mezinbuna bajari ya serdema Sovyete (beri 1991) pe?kevtina metropole ya kontrolkiri u domdar hilberand ku bi kembera kesk a ku di sala 1935an de hatiye cekirin ve hatiye destni?an kirin. Lebele ji we deme ve mezinbunek berbicav a belavbuna berbange ya kem-dani heye ku ji hela daxwaziya giran a xaniyen yek-malbati ve li hember apartmanen qerebalix ve hatiye afirandin. Di sala 1995-1997 de reya MKADe ji car helen destpeke ber bi deh helan ve hate fireh kirin.

Di kanuna sala 2002an de Bulvara Dmitriya Donskogo bu yekem stasyona Metroya Moskowe . Reya Xelek ya Seyem, navbere di navbera Reya Baxceye di destpeka sedsala 19an u Reya Derdor ya Derve ya ku ji serdema Sovyete de mabu, di sala 2004an de temam bune. Kembera kesk her ku dice zedetir perce dibe u bajaren satelaytan ji li derdor zede dibin.

Di 1e tirmeha sala 2012an de, li ba?ure rojavaye herema Moskowe, qada paytexte ji 1.091-2.511 kilometre cargo?e (421 heta 970 km cargo?e) zede bu u di di encame de Moskow ji aliye hereme ve dibe bajare heri mezin li parzemina Ewropaye. Bajer 233.000 kes nifusa zede bi dest xist. [20] [21] Nave erda pevekiri ya bajare bi fermi bi nave ?Новая Москва“ (Moskvaya Nu) hatiye binavkirin.

Erdnigari [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Cih [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Moskow li peraven Ceme Moskvaye ye ku bi qasi 500 km li De?ta Ewropaya Rojhilat a ku di nav erde Rusyaye de diherike hatiye avakirin. Di nav sinoren bajer de 49 pir li ser cem u ser qenalen cem hatine cekirin. Bilindahiya Moskowe li Navenda Pe?angeha All-Russia (VVC), ku stasyona hewaye ya Moskowe ya pe?eng le ye, ji asta deryaye 156 metre bilind e. Gire Teplostan ku bi 255 metre bilind e, xala heri bilind a bajer e. Firehiya bajare Moskowe (MKAD ne sinordar) ji rojava berbi rojhilat 39,7 km ye u direjahiya ji bakur ber ba?ur 51,8 km ye.

Dimenen ji bajer [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Dem [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Moskow weki xala referanse ji bo qada demjimere ya ku li piraniya Ewropi Rusya, Belarus u Komara Kirime te bikar anin. Dever li gori standarden navneteweyi weki Demjimera Standarda Moskowe (MSK, МСК) te binav kirin ku 3 demjimeran li pe? UTC, an UTC+3 ye. Li gori direjahiya erdnigari nivroya roje ya navin li Moskowe saet 12:30 de pek te.

Avhewa [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Moskow xwedan avhewa parzemini ya ?il e (Koppen: Dfb) ku bi zivistanen direj, sar (her cend li gori standarden rusi navini be ji) bi gelemperi zivistan ji nive Mijdare heya dawiya Adare berdewam dike u havinen ji germ e. Avhewayen parzemini yen tundtir en li heman gewriye - wek be?en Kanadaya Rojhilat yan ji Sibiryaye - zivistanen wan ji Moskowe pir sartir in u her cend ku Moskow ji deryaye dur be ji, ev yek destni?an dike ku ji ber Okyanusa Atlantik hej ji nermbunek giring heye. Germahiya hewaye di demsala payize de li bajar ji -25 °C u li derbajaran -30 °C u heya bilindbuna ji 5 °C dikare biguhere. Di havine de ji 10 heta 35 °C dikare zede bibe.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ "Major Agglomerations of the World - Population Statistics and Maps" . www.citypopulation.de . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  2. ^ "Moscow, a City Undergoing Transformation" . www.planete-energies.com (bi ingilizi) . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  3. ^ "Moscow, a City Undergoing Transformation" . www.planete-energies.com (bi ingilizi) . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  4. ^ "Moscow parks" . bridgetomoscow.com (bi ingilizi) . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  5. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса" . starlingdb.org . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  6. ^ "study.com/academy" . study.com . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  7. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса" . starlingdb.org . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  8. ^ "Moskov Surname Origin, Meaning & Last Name History" . forebears.io . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  9. ^ "Oleg Trubachyov" . Wikipedia (bi ingilizi). 6 adar 2023.
  10. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса" . starlingdb.org . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  11. ^ "The origins of Moscow: What archaeological finds, chronicles and urban legends tell us / News / Moscow City Web Site" . web.archive.org . 30 ciriya pe?in 2020. Ji orijinale di 30 ciriya pe?in 2020 de hat ar?ivkirin . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  12. ^ "moskau.ru" . web.archive.org . 2012. Ji orijinale di 24 gulan 2012 de hat ar?ivkirin . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  13. ^ "Начало Москвы: пир после убийства" . BBC News Русская служба (bi rusi) . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 .
  14. ^ Bronnitsky.), Tikhon (Bishop of (1997). The Orthodox Shrines of Moscow (bi ingilizi). Publishing House of the Moscow Patriarchate.
  15. ^ Richards, John F. (15 gulan 2003). The Unending Frontier: An Environmental History of the Early Modern World (bi ingilizi). University of California Press. ISBN   978-0-520-93935-6 .
  16. ^ "Wayback Machine" (PDF) . web.archive.org . 23 ciriya pa?in 2009. Ji orijinale hat ar?ivkirin. Roja ar?ivkirine: 23 ciriya pa?in 2009 . Roja gihi?tine 5 heziran 2023 . {{ cite web }} : CS1 maint: bot: original URL status unknown ( link )
  17. ^ "Revolutionary war history. Moscow" . www.aha.ru . Ji orijinale di 11 nisan 2021 de hat ar?ivkirin . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  18. ^ "Moscow becomes the capital of the Soviet state" . Presidential Library (bi ingilizi) . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .
  19. ^ "Skyline Ranking | Statistics | EMPORIS" . web.archive.org . 6 ciriya pa?in 2012. Ji orijinale hat ar?ivkirin. Roja ar?ivkirine: 6 ciriya pa?in 2012 . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 . {{ cite web }} : CS1 maint: bot: original URL status unknown ( link )
  20. ^ "ITAR-TASS : Expansion of Moscow borders to help it develop harmonically: mayor" . web.archive.org . 13 ciriya pa?in 2013. Ji orijinale hat ar?ivkirin. Roja ar?ivkirine: 13 ciriya pa?in 2013 . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 . {{ cite web }} : CS1 maint: bot: original URL status unknown ( link )
  21. ^ "Из истории / Официальный портал Мэра и Правительства Москвы" . web.archive.org . 20 tirmeh 2014. Ji orijinale di 20 tirmeh 2014 de hat ar?ivkirin . Roja gihi?tine 6 heziran 2023 .

Giredanen derve [ biguhere | cavkaniye biguhere ]