Newroz

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
Keceke kurd bi cilubergen neteweyi li gunde Palangan a Rojhilata Kurdistane Newroze piroz dike (2017).
Newroz li Tengi Ser , Rojhilata Kurdistane (2017)
Newroz li Rojhilata Kurdistane (2017)
Cejna Newroze, di sala 1997an de li Gire Tertebe , Qami?lo ( Rojavaya Kurdistane )

Newroz yan ji Cejna Newroze , cejneke candi u diroki ye ku ji aliye gelen irani u gelek gelen din en hereme ve her sal di meha adare de li seransere cihane te pirozkirin. Di serdema nujen de cejna Newroze di canda kurdan de weki cejna azadi u vejine her sal di 21e adare de li seransere Kurdistane te pirozkirin. Li gori mitolojiya Newroze Kawaye Hesinkar di ve roje de li diji serdare zilimkar a Dehaq serhildan pek aniye u wi tek biriye. Bi tek birina Dehaq re gelen bajer ji bin zilme rizgar dibin u ev roj ji bo gelen bajer dibe roja rizgari u ?ahiye. Ji ber ve yeke cejna Newroze di canda nujen a kurdan de weke cejna azadiye u vejine hatiye diyar kirin. Te texminkirin ku li seransere cihane ji aliye 300 milyon kesan ve her sal Newroz te pirozkirin. Te texminkirin ku li seransere cihane pirozbahiya heri mezin a girseyi pirozbahiya Newroza Amede ye ku her sal bi be?dariya sed hezaran kesan li Amede te organizekirin. [1] [2] Di pirozbahiya Newroza Amede de her sal neziki 900.000 u 1.200.000 kes be?dari pirozbahiya Newroze dibin. [3] [4]

Roja 21e adare ji aliye lijneya gi?ti ya Neteweyen Yekbuyi ve di 23e sibata sala 2010an de bi biryara jimareya 64/253an weke Roja Newroze ya Cihane hatiye ilan kirin.

Etimoloji [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

"Nava Roaca" li gor zimane qedim ye avestayi Newroz e. Le di kiteba Avestaye de ev tabir “Nava Roaca” derbas nabe le li gori zimannasan dibe ku ev peyv guheribe; ew ji wiha cebuye: Nava->new: nu u Roaca->roz: roj. [ cavkani hewce ye ]

Di zaravaye kirdki de bi vi awayi Nava wek Newe u Roaaca ji wek Ruec hatiye guherin. Di zaravaye kurmanci u sorani de bi vi awayi Nava wek Nu u Roaca ji wek Roc (j) hatiye guherin. Ji ber ve yeke di zimane hind-ewropi de dengen z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe ji ev peyv wiha te watedarkirin: Roja nu . Hinek gel ve weki “sala nu” watedar dikin le dibe ku tene ev li gor nirxandina teqwimi be. Ev peyv pe?i bi du peyvan “ Nava Roaca ” pek hatiye le pi?tre di demeke direj de li gor tebieta zimen u civake guheriye buye peyvek; pe?i di pehlewi de buye wek Noroz , pi?tre ji di kurdi de buye Newroz. [ cavkani hewce ye ]

Newroz u Ekinoks [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di roja ekinokse de ji aliye roje ve ronahi kirina dinyaye.

Roja Newroze roja yekem a bihare ye ku du ve roje de li nivqada bakur ekinoksa bihare pek te. (Ekinoks demek e ku sale du caran hevsengiyeki deme di navbera roj u ?eve de pek te) Di heman deme di roja ekinokse de li her du polen bakur u ba?ur ku li ser xeta rojhilatine ne ronahiya roje di navbera her du nivqadan de bi awayeki wekhev te belavkirin. [5]

Taybeta "Roja Nu" [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Xeyn ji wateya roja nu, wateyen din li Newroze ben barkirin, bawer im picek ji cand, reng u ruhe wi te qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybeti ji ev ?ere ba?i u neba?iye ye. Roja nu ba? e u de her dem roja neba? bitemirine. Cimki roja 21e Adare li gor baweriya Newroze Ehrimen (neba?i) li hember Ahura Mazdaye (ba?i) tek dice. Ev tene di canda newroze de sembol in. Cimki ev dualite her dem heye, ji ber wi de newroze her dem bi ve wateya xwe bidome. Le dema ku ev mane je hate sitandin, tu taybeti je re namine. Ger ku isnade guherina sale bikin, ew cax dema ku nerina teqwim u deme di civake de guheri, newroz ji de biguhere.

Roja nu ji bo Medan (Kurdan): Roja zayine, roja destpekeke nu, Roja Xweda(Homa), dilgirtina ?eyten(ehrimen), girtina heyameke kesif, destpek, berxwedan, teko?in u roja Azadiye ye. Pi?ti van nirxan meriv dikare bibeje destpeka sala nu ye ji.

Ciroka Newroze [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di demeke kevn de, li welate bapiren kurdan, keyek hebu, nave wi Dehak bu. Dehak, keyeki pir zalim bu. Wi welate kurdan weran kir. Di gund u bajaran de mirov nehi?tin. Zindanen wi, ji girtiyan tim dagirti bun u celaden wi ji seribirrine nediwestiyan. Dehak bi awayeki ji xwe bawer, tim rudini?t, zer u ziv u keviren buhadar, morik u mircanen xizna xwe dijmartin, bi hespen xwe yen rewan u esil serbilind bu u tu kes ji xwe mezintir u di ser xwe re nedidit.
Ji ku?tin u werankirine ter nedibu, dixwest deveren hin firehtir werbigire u talan bike. ?eveke, Dehak xewneke xirab dit. Nive ?eve, ji ber e?eke dijwar ji xewe ?iyar bu. Gazi zana u biji?ken li qesre kir u ji wan re got:
? Ji ber ve e?a dijwar xew nakeve caven min. Zu ji min re dermaneki peyda bikin; yan na ez e sere we tevan je bikim!
Hekim u biji?ken qesre, li la?e Dehak nerin ew pelandin. Caven wan li du birinen ku li ser her du milen wi bun ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji deven yeki derneket. Ji ber, heta we gave tu kulen bi wi rengi neditibun u ne ji e?ek bi wi awayi bihistibun. Le Dehak ji ber e?a xwe her bi ser wan de dikir qerin:
? Hun ci becare li ser min rawestiyane! Zu dermaneki bidin min. Ez peritim, ?ewitim! Hun tebib u bijijken heri ba? u ?ahreza ne. Ma hun derman peyda nekin de ki peyda bike? Hekimeki ji wan, dest da ber xwe u got:
? Heta niha birineke weha min ne ditiye u ne ji bihistiye. Le wa diyare ku mejiye teze dikare bibe melhema van birinan.
Belki hekim dixwest xwe ji berpirsiyariye xelas bike. Le bele ev pe?niyar ji Dehak re bu sebeb ku ji “mejiyen teze”, mejiye zarokan bide ser birina xwe. Wi emir da ku her roj mejiyen du zarokan binin, bikin qurbana birinen ser milen wi ku bibun wek du maren qeli?i u dev vekiri. Bi vi awayi, roje bi mejiyen du zaroken nuhati, kulen ser milen Dehak dihatin dermankirin. Le carna zarok ji ve belaye dihatin xelas-kirin. Zaroken ku dihatin xelaskirin li ?enaya nedihi?tin, redikirin ciyan, di ?ikeftan de vedi?artin. Her ku dicu ciya bi miroven reviyayi tiji dibu. Jiyan di ?ikeftan de berdewam bu. Ava kani, dar u ber u fekiyen ciyan tera jiyana wan dikir.
Demeke direj derbas bu. Le kulen ser milen Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku dicu xerabtir dibun. Agir ji deve Dehak dibariya. Tirs ketibu dile her kesi. Dayik u bav, ji tirsa ku kenge de dor were zaroken wan xew nediket caven wan. Tu hezeke ku ti?teki ji Dehak re bibeje tunebu. Ji tirsa zaroken xwe gelek malbatan bere xwe dabun ciyayen ase. Le gel nema edi di ?ikeftan hildihat.

Peykere Kaweye Hesinker li bajare Isfehane (Iran)

Kawa, kurdeki hesinvan bu. Zaroken wi ji ji kulen Dehak re bubun qurban. Edi ker gihabu hesti. Kawa ji tirsa qurbankirina zaroke xwe ye dawi, heval u hogiren xwe yen pebawer kom kirin u ji wan re behsa zulm u zordariya Dehak kir. Plana ku?tina Dehak ji wan re e?kere kir. Her kesi fikir u planen Kawa pejirandin u li benda i?areta wi man. Kawa gotibu gava ku ez Dehak bikujim, ez e herim ser bane qesra wi agir vexim. Ku we agir dit, bizanin ku min Dehak ku?tiye. Kawa, ji heval u hogiren xwe re dest bi cekirina cekan kir u bi dizi li wan belav kirin. Ji xwe re cakuceki ku mirov pe hesin dikute, cekir. Gava le?keren Dehak hatin ku lawe Kawa ye dawi ji bibin, Kawa ji le?keran re got:
? Hun herin, ez e niha, bi deste lawe xwe bigirim u binim. Ez dixwazim ji bo saxiya padi?ahe xwe lawe xwe bi deste xwe bikim qurban u li ber lingen padi?ahe xwe deynim. Gava le?keran ev xeber gihandin Dehak, kefa wi hat, ?a bu u caven wi ma li riya Kawa. Kawa, cakuce xwe kir deste xwe, lawe xwe girt u bere xwe da qesre. Gava giha?t ber deri, le?keran dergeh je re vekir. Kawa, raste rast bere xwe da ?ahni?ine ku text le vegirti u Dehak li ser runi?ti bu.
Dehak ji Kawa re got:
? Tu qehremaneki be hempa yi, tu ni?ana fedakariye yi. Biji! Kawa, pi?ti gotinen Dehak, betir neziki wi bu. Bi cenge lawe xwe girt u bir li ber piyen wi direj kir. Kawa cakuce xwe bilind kir. Le li ?una ku li sere lawe xwe bide, bi hemu hez u hela xwe dawe?and sere Dehak. Taca sere wi gindiri. Piraniya le?ker u xizmetkaren wi gava ditin ku Dehak bi rasti mir, kefa wan hat u yen mayi, ji desthilanine ketin, teslim bun. Kawa bi deste lawe xwe girt u hilki?iya ser bane qesre u agireki gurr li wir dada. Dema heval u hogiren Kawa cav li egir ketin, wan ji dest pe kir u eri? anin ser qesre, le?ker u hevalbenden Dehak yen mayi dil girtin, yen teslim nebun ji ku?tin. Gava gele li ciye ji agire azadiye ditin, fem kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate ku?tin u dawiya zordariye hat. Wan ji li ser ciyan agire azadiye pexist.
Bele we evare ne tene li ciyan, li her aliye welet agir hate dadan. Gel ji deveren ase daket u bi me?aleyan bere xwe da gund u bajaren xwe. Li her aliyen welet jiyaneke nuh u azad dest pe kir. Roja din, her kesi xemla xwe gireda u li meydanan govend gerandin. U bi xwarinen xwe? li seyrangehan civiyan, kef u ?ahi kirin. Ew roj, roja 21e adare bu.

Ji we roje u bi vir de ye, bi taybeti di nav kurdan de ku her sal roja 21e adare wek Newroz , ango wek cejna yekiti, berxwedan u azadiye te pirozkirin. [ cavkani hewce ye ]

Herwiha binere [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Pe?angeha weneyan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ "Ji bo Newroza Amede ya 2024an bi sed hezaran hatin hatin ba hev" .
  2. ^ "Newroza Amede bi be?dariya sed hezaran kesan hate pirozkirin" . bianet.org (bi tirki) . Roja gihi?tine 23 adar 2024 .
  3. ^ "Amede Newroz di bin Barane de Hate Piroz Kirin" . Voice of America . 21 adar 2024 . Roja gihi?tine 22 adar 2024 .
  4. ^ "Bi milyonan kes Newroza Amede piroz dikin" . sendika.org (bi tirki) . Roja gihi?tine 22 adar 2024 .
  5. ^ Dabrowski, Patrice M. (1 ciriya pe?in 2014). Poland: The First Thousand Years (bi ingilizi). Cornell University Press. ISBN   978-1-5017-5740-2 .

Giredanen derve [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Wîkîferheng  Wikiferheng: newroz  ? Mane, etimoloji, werger u behtir