Wikipediya : Penc him

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
(Ji Alikari:Mercen bingehin hat beralikirin)

Reziken bingehin en Wikipediyaye dikarin bi ? penc himan bi kurtasi werin danasin:

Wikipediya ensiklopediyek e , lewma xwediye hemu taybetmendiyen ensiklopediyan e. Wikipediya ne navenda ferheng , rojname , cavkaniya lekolinen xwemal , bikaranina internete , reklamdayine an ji ceribandina anar?i u demokrasiye ye. Wikipediya ne ciheki wisa ye ku hun bi nerin u niqa?en xwe tiji bikin. Lewma dive her kes li gori regeza lekolinen xwemal tevbigere. Dive hemu bikarhener ji bo afirandina gotaren rasti u rind bixebitin.
Wikipediya bi nerina beali te nivisandin , lewma dive gotaren nivisandi ne be?eke ji nerinen aliyeki bin. Siyaseta be ali carna bi yek, carna ji bi tevde nivisandina gelek nerinan pek te. Bi vi awayi nerinen her aliyi di gotare de cik digirin u xwendevan ji dibinin kijan nerina ke ye u dive were zanin ku ti nerin nikarin weke "nerina heri rast" an ji "nerina heri cewt" ben pejirandin. Lewma dema gotareke bi niqa? pek hat dive agahiyen ku dikarin rastbuna cavkaniyen wan werin ispatkirin ben bikaranin. Pi?ti niqa?an ji bo hilbijartina versiyona rast a gotare demeke aramiye pek te u heta careseriyek je re li rupela gotubejan were ditin gotar weke bi-guman te pejirandin.
Wikipediya azad u bela? e . Di bin lisansa belgekirina azad a GNU de ye u bi awayeki rewa dikare were belavkirin u guhertin. Ji bir nekin ku her kes dikare gotaran biguherine , lewma dibe ku gotaren we ji aliye gelek kesan ve werin guhertin u parvekirin. Naveroken ku ne li gori bikaranina mafe kopikirine ne parve nekin.
Niviskaren Wikipediyaye li gori himen gotubejan tevdigerin . Hun bi wan re ne xwediye heman nerinan ji bin, ji wan re reze bigirin u kubar bin. Xwe ji eri?en kesane u binavkirinen cewt dur bixin. Ji bir nekin ku gelek gotaren Wikipediyaya kurdi hene ku dive xebat li ser wan were kirin. Her tim di derbare mirovan de bi awayeki ba? bifikirin.
Reziken hi?k en Wikipediyaye nin in . Dema we gotar nivisandin, berfireh kirin an ji guhertin netirsin u werek bin , ji ber ku ciqasi hun bixwazin be?dar bibin u gotareke behempa binivisin ji ti kes ne be kemasi ye, lewma ji bo ceribandine netirsin. Hemu versiyonen gotaran ten parastin u dema cewtiyek cebu em dikarin versiyona rast pa?de binin. Le ji bir nekin ku her ti?te we li vir nivisi we bibe gencineyek ji bo zimane me u nif?en pe?eroje.