한국   대만   중국   일본 
Sipil - Wikipediya Here naveroke

Sipil

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
(Ji Spil hat beralikirin)
Sipil ji kiroka sor u kiroka spi pek te
Cihe spile nezike gedeye ye.
Xiroken sor di sipile de ten hilwe?andin

Sipil , bi inglizi nave sipile “spleen”e [1] , bi erebi ji “thal” e(????). Li nav gel de ev endam (organ) weki spil [2] [3] , didanxo?k [3] , fatere?k [4] , xalxalk [3] an ji dedik [3] ji te nasin. Sipil bi sistema gera xwine u bi koendama bergiriye ve tekildar e. Sipil xiroken so r embar dike [5] , xaneyen xwine yen di kotayiya jiyana xwe de ne, di sipil de ten hilwe?andin. Herwiha sipil dijaten berhem dike u bergiriya la? dirust dike.

Sipil endama heri gewre ya sistema limfe ye. Li jore valahiya zik de li aliye cepe, li bine navpencike de cih digire. Li neze sipile, gede , pankreas u gurcika cepe heye. Qebareya sipil bi qase kulma (mist) mirov e. [6] Giraniya sipil a asayi 200 gram e. Direjiya sipile 12 cm, firehiya wi 7 cm, sturiya (qalini) sipile 2,5 cm e [5] . Korpele (dergu?a hin di zike dayika xwe de) hetane penc mehi li sipil xiroken sor u xiroken spi berhem dike [7] , sipila korpeleye, pi?ti penc mehi kare berhemanina xaneyen xwine radiwestine, edi moxe hesti dest bi cekirina xaneyen xwine dike.

Spil bi xa?eya ji bestere?ane hatiye pecandin [6] . Di hundire xa?eye de du cureyen ?aneya sipili heye, kiroka sor u kiroka spi .

Kiroka sor [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kiroka sor a sipile li gel xaneyen makrofaje, xaneyen monosit en xiroka spi ji li xwe digire. Bi taybeti, dema birindarbuyine de sipil gelek ji xaneyen monosite der dide. Xaneyen monosite bi navbeynkariya gera xwine, xwe digihinin cihe birindarbuyi, li vir ji bo rekxistina bergiriya la? u pakkirina birine kar dikin. Li gel parzunkirina xwine, kiroka sor a sipile kare hilwe?andina xiroken sor ji pek tine. Temene xiroken sor bi qasi 120 roj e. Xiroken sor en tekcuyi (temene xwe temam kiri) an ji yen xirabuyi, di nav sipil de ten hilwe?andin u durxistin [5] . Ji hilwe?andina hemoglobina xiroken sor, bilirubin u hesin peyda dibe. Ev herdu madeyan ji kezebe re ten ?andin. Hesin ji boy berhemkirina hemoglobina nu, dubare te bikaranin.

Kiroka spi [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kiroka spi ya sipile pekhateyen limfe yen weki xaneyen plazmaye, limfosit , gireken limfe li xwe digire. Herwiha kiroka spi limfositan ji cedike. Xaneyen makrofaj ji di sipil de li hember bakteri u dijepeydakeran (antijen) parastina la? pek tinin, bakteri u hokaren nexwe?iye yen nav xwine parzun dikin. Herwiha ji bo dirustkirina dijeten , koendama bergiriye hi?yar dikin. Xaneyen makrofaj en sipile, hem li kiroka sor hem ji li kiroka spi de kar dikin.

Alikariya we bo nexwe?iyan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Sipil bi anatomiya xwe ve dikare hin coren bakteri u mikroban bikuje.

Mezinbuna Sipile [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Sipil ji ber hin sedeman mezin dibe. Yek ji wan sedeman nexwe?iye xwine ne ko limfosit zede cedibin u li wir kom dibin. Sedemek din kare pirr e ko di hin nexwe?iyan de ji bo behtir bi?ixule xwe mezin dike. Weki din di hin nexwe?iyen xwine de anatomiya xaneyan ne normal e u wan parce dike, li vir cekirina xwine u parcekirina xwine dikevin ?erreki u ji ber ve sedeme ji sipil mezin dibe.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ "Spleen." Merriam-Webster.com. Merriam-Webster, n.d. Web. 23 Oct. 2018. [1]
  2. ^ Kovara Kurmanci 7, Instituta Kurdi ya Parise
  3. ^ a b c d Eziz Re?id Akreyi (1978). Giyane mirovi. Kora Zanyari ya Kurdi
  4. ^ Anatomiya Bedena Mirovan , ( Huseyin Bekta? ) u Giyane mirovi , ( Eziz Re?id Akreyi ).
  5. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. ^ a b ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2] Spleen
  7. ^ Medical News Today [3] ,All about the spleen