한국   대만   중국   일본 
Omer Xeyam - Wikipediya Here naveroke

Omer Xeyam

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
Omer Xeyam
Omer Xeyam
Nave rasti
Xiyasedin Ebulfetih Omer ibn Ibrahim el-Xeyami
Jidayikbun 1048
Mirin 1123
Esil Fars
Pi?e filozof , matematiknas u sternas
Bandorbar Xwarezmi Biruni Ibn Heysem
Bandorker Etare Ni?aburi , Ehmede Xani , Hejar
biguhere Belge

Omer Xeyam an Omere (Emere) Xeyam (bi farisi : ??? ????? ’Omar-e Khayy?m ), jdb. 18e gulana 1048 , li Ni?abur , Parezgeha Xorasane - m. 4e berfanbara 1123 , helbestvan , filozof , matematiknas u sternase navdar e Irane ye.

Xiyasedin Ebulfetih Omer ibn Ibrahim el-Xeyami li Ni?apure, paytexta herema Xorasane li 1048an hat dinyaye. Ew bi gelemperi wek Omer Xeyam te nasin.

Xeyam di dema xwe de filozofiyeke werek kiriye. Li diji ?ovenizma pa?verutiye u Islama ku berjewendperestiye dike derketiye. Gelek pirtuken sternasi , matematik , filozofi u helbestvaniye nivisiye.

Nave wi di cihana rojava de ciheke mezin digire. Di helbesten xwe de weki simbola azadi, evini u a?tiye ?erab bikaraniye. Carinen wi yen zirek u ter evini iro ji behempa ne.

Di jiyana xwe de ew jimarnas , sternas , filozof, biji?k u helbestvan bu. Kem ji jiyana wi te zanin, ji bili hinde ku ew li Ni?epore hatiye perwerdekirin u pirraniya jiyana xwe li wir u li Semerqende jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nizam el-Mulk bu. Xeyam dikari bibe karmendek payebilind ye dewlete. Le wi xwest xwe gori ilm u zaniste bike. Ew li navenden mezin yen zanist u zanyariye yen serdema xwe digerriya daku xwe bigihine ilmen bilind. Xeyam di 1123an de wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jehati te nasin, ew heri zede bi carinen xwe navdar e. Edward Fitzgerald sala 1839an carinen Xeyami bi inglizi berdesti xwendevanen Rojava kirin. Ji hinge ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyami her dice zedetir dibe.

Nezi 600 carin ( rubaiyat , quatrain ) li ser nave Omer Xeyami hene. Hin ji wan resen in ango Xeyami bi xwe ew nivisine le te bawerkirin ku gelek ji carinan pa?i li ser nave wi hatine vehunandine. Lekoler ne hevbir in ka kijan ji carinan bi rasti yen Xeyami ne u kijan ji na. Le ya giring ew e ku hemi male Xeyami ten nasin.

Kem berhemen bijare yen wejeya cihani hindi carinen Xeyami li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemi zimanen mezin yen cihane hatiye wergerandin u bi hemiyan ji te xwendin u je te hezkirin.

Xwendevanen kurd ji ji Xeyami bepar nemane. Rezdar Kamiran Bedirxan 35 carinen wi wergerrandine kurmanci u mamoste Hejar ji tevavek carinen bi sorani gihandine xwendevanen kurd. We?anxaneya Nubihare bi wergera Sabah Kara bi nave Rubaiyat helbesten wi we?andiye.

Niviskar Ikram Balekani 240 carinen Omere Xeyam ji orijinala wan a parsi bi zimaneki sade u ?irin wergerandin ser zimane farisi [1] u ji aliye We?anen Evrensele eve hatin tomarkirin. Pirtuk sala 2014an kete nava pirtuken kurdi yen ku heri zede hatin firotin.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ Kopikirina ar?ive , ji orijinale di 4 adar 2016 de hat ar?ivkirin , roja gihi?tine 29 gulan 2014 {{ citation }} : CS1 maint: archived copy as title ( link )

Giredanen derve [ biguhere | cavkaniye biguhere ]