한국   대만   중국   일본 
Miyoz - Wikipediya Here naveroke

Miyoz

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.

Miyoz , dabe?buna miyozi an ji kemedabe?bun (bi greki : meiosis ) corek ji dabe?buna xaneye ye ko di makexaneyen hek, sperm u sporan de ru dide [1] .

Dabe?buna miyozi u pitin du bingehen sereki ne bo pirbuna zayendi. [2] Ji bo pirbuna zayendi pedivi bi xaneyen herdu zayende (ner u me) heye. Ango dive xaneya heke bi ya sperme ve were pitandin. Yekbuna navika heke bi navika sperme ve weki pitin te navkirin. Her ciqas wece ji yekbuna naviken du xaneyan pek were ji, hejmara kromozomen xaneyen weceye ne du qat li bi qasi kromozomen her bavanek e. [3] Xaneya sperm u ya heke xaneyen taybet in u weki gamet ten navkirin. Di la?e mirov de gamet di hekdanka meyan an ji di gunen neran de ji xaneyen gametceker, bi dabe?buna miyozi ten cekirin.

Hejmara kromozomen zindeweran [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di zanista polenzaniye (bi inglizi: taxonomy ) de koma zindeweren ko ji bavanen hevbe? peydabune u dikarin bi zauzeya nav xwe de, weceyen nestewr (bi inglizi: fertile ) peyda bikin, weki cor te navkirin. Hejmara kromozomen endamen core heman e. Weki minak, hemu miroven ser erde corek e ( Homo sapiens ) u di xaneyen her mirovek de 46 kromozom heye. sir ( Allium sativum ) corek riweka bi 16 kromozomi ye. Hirc ( Ursus arctos) corek ajala 74 kromozomi ye. Her weki di van minakan de hatiye ni?ankirin, hejmara kromozomen her corek taybet e ji bo hemu endamen koma we core u di nif?en nu yen core de naguhere.

Di la?e mirov de li gor erke xwe, du cor xane heye. Xaneyen la? (bi inglizi: s omatic cells ) u xaneyen gametceker (bi inglizi: germ cells ). La?exane bi dabe?buna mitozi hejmara xwe zede dikin, hemu ?ane u endamen la? ji la?exaneyan pek te. Xaneyen gametceker di hekdank an ji gunen mirov de cih digirin bi dabe?buna miyoze xaneyen zayende, ango sperm u hek cedikin.

Di la?exaneyan de (xaneyen la?) komeleya kromozom bi cot in. Cota kromozoman, weki kromozomen homolog te navkirin. Kromozomen homolog (kromozomen lekcu), cotek kromozomen bi heman qebare, direji u ?eweyi ne. Cihe sentromere u reza genen li ser kromozomen homolog ji heman in. [4] Di xaneyen mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayike, fera din ji bave te. [2] Weki minak, di xaneyen mirov de 23 cot, an ji 46 kromozom heye, loma hejmara kromozomen xaneyen la? weki 2n= 46 te ni?ankirin. Bi esle xwe di xaneye de li gor ?ewe, direji u zanyariyen bomaweyi 23 cor kromozom an ji 23 kromozomen lekcu heye. Li vir tipa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneye de ji her core, cotek kromozom hebin, ango kromomozom bi cot bin, ve gave peyva “2n” te bikaranin u ew xane ji weki xaneya diploidi te navkirin. Bi kurtasi, dive peyva “xaneyen la?e mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wisa were ?irovekirin; di xaneyen la?e mirov de 46 kromozom heye le ji ber ko ji her corek du kromozomen homolog heye, bi esle xwe xaneyen mirov 46 heb le 23 cor kromozom lixwe digirin, ango la?exane kromozomen cot komeleyi lixwe digire. [5]

Di pirbuna zayendi de, ji bo hejmara kromozomen weceye neguhere, sabit bimine, pe?i kromozomen xaneyen gametceker en sperm u heke bi dabe?buna miyoze dadikeve nive.

Ji xeyni xaneyen la?, di la?e miroven bi temene pegehi?ti de xaneyen taybet hene u weki xaneyen zayende an ji gamet ten navkirin. Di la?e meyan de xaneyen gamet weki hek, di la?e neran de xaneyen gamet weki sperm ten navkirin. Gamet xaneyen haploidi ne u taybet in bo pirbuna zayendi . Di xaneyen haploidi de koma kromozoman ne bi cot le tek in. Ango gamet kromozomen homolog lixwe nagirin. Weki minak gameten mirov 23 kromozom lixwe digirin u weki n= 23 ten ni?ankirin. Ango koma kromozomen sperm an ji hek kromozomen tek komeleyi lixwe digirin, .

Heke sperm u hek ji komeleya cot kromozoman pek bihata, pi?te pitine, we hejmara kromozomen weceye ducar biba. Weki minak, xaneyen hespan 64 kromozom lixwe digirin. Makexaneyen hek u spermen hespan ji her weki xaneyen la? 64 kromozom lixwe digirin. Heke li makexaneyan de miyoz ru nedeya u makexaneya heke bi makexaneya sperm ve hatiba pitandin, we gave zigotek bi 128 kromozomi peyda dibu. Ango ji hesp u mehinek 64 kromozomi, caniyek 128 kromozomi peyda dibu. Helbet tu car ti?tek wisa nabe, hejmara kromozomen her zindewerek taybete bo cora we u neguherbar e. Ango dive kromozomen caniye (wece) ji weki mina bavane xwe 64 kromozom bin. [6]

Di pirbuna zayendi de, ji bo hejmara kromozomen weceye neguhere, sabit bimine, pe?i kromozomen xaneyen gametceker en sperm u heke bi dabe?buna miyoze dadikeve nive. [2]

Bi dabe?buna miyozi kromozomen homolog ji hev cihe dibin her fereke ji cota homologan dice xaneyek, bi vi awaye ji xaneya diploidi xaneyen haploidi peyda dibin. Ango bi dabe?buna miyozi kromozomen makexaneye dadikeve nive, loma dabe?buna miyozi weki kemedabe?bun ji te navkirin. Gamet ji van xaneyen haploidi cedibin. Bi dabe?buna miyozi, ji makexaneyek car xane cedibe, le ev her car xane ne kopyayen hev in ji hela bomaweyi ve ji hev cuda ne. Di hekdanken mirov de makexaneyen heke yen bi 46 kromozomi hene. Le makexaneya heke bi dabe?buna miyozi heka bi 23 kromozomi cedike. Loma xaneya heka mirov bi 23 kromozom e. Herwisa li gunan de makexaneyen sperme 46 kromozomi ne, bi dabe?buna miyozi ji her makexaneye car spermen bi 23 kromozozmi peyda dibe.

Dema dabe?buna miyozi li cem zindeweran [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Berevajiye mitoze, dabe?buna miyozi bi direjiya jiyana zindeweran de an ji di hemu xaneyen wan de ru nade. Weki minak, di xaneyen zarokan de miyoz ru nade, le kenge zarok gihi?t 12-14 sali u balix bu, dabe?buna miyozi ji dest pe dike. Ango miyoz di la?e miroven bi temene pegehi?ti de dest pe dike, ji bo jinan, hetane dema menapoze, ji bo meran ji heta dawiya jiyane didome. Ev rew? jo bo ajal u riwekan ji wisa ye, le dema gehi?tibuna ajalan li gor her coren ajal corbicor e. Weki minak, miyoz di la?e hespe bi temene 12-15 mehi, peze 5-7 mehi, gaye 6-12 mehi de dest pe dike. Kulilk endama zayendi ya riweken kulilkdar e. Bi gelemperi dema bihare, riweken kulilkdar , kuliliken xwe vedikin ,bi bi?kivina kulilkan, dabe?buna miyozi ji ru dide. Ango di kulilken riwekan de miyoz bi gelemperi sale carek ru dide.

Miyoz coreyek dabe?buna xaneyen navikrasteqin (bi inglizi: eukaryotic cell ) e. Bi dabe?buna miyozi ji makexaneyen diploidi, xaneyen haploidi (gamet) ten cekirin. Di tevahiya miyoze de ADN ( asida deoksiribonukleyi ) carek duhende dibe, sitoplazma u navik du car dabe? dibin. Dabe?buna miyozi ji du qonaxen sereki pek te; Miyoz I ( Miyoza yekem) u Miyoz II (miyoza duyem) . Ev herdu qonaxen sereki ji, qonaxen profaz, metafaz, anafaz u telofaze lixwe digirin. Qonaxa interfaze di destpeka qonaxa miyoza yekem de heye le di miyoz II de tune.

Miyoz I [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Qonaxa interfaze (Qonaxa navber) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Bere dabe?buna miyozi, makexaneya heke an ji ya sperme di qonaxa navbere de ango interfaze da ye. Interfaza miyozi, mina ya mitozi ye. Qonaxa interfaz ji se jerqonaxan pek te; G1,S, G2. [7]

Di qonaxa G1 de makexane gir dibe, di xaneyen ajalan de sentriol duhende dibin. Bi vi awaye du sentrozom cedibin. Xaneyen riwekan sentrozom lixwe nagirin.

Di qonaxa S de hemu ADN yen kromatidan xwe duhende dikin, bi vi awaye mejera ADN (bi inglizi: DNA ) zede dibe, u dibe du qat. Ango kromatiden xwi?k di vi qonaxe de cedibin. Ber bi dawiya qonaxa interfaze, di qonaxa G2 de makexane bi tera xwe protein , enzim u ATP cedike, girbuna xaneye didome, edi xane ji bo dabe?bune amade ye. [5] Di qonaxa interfaze de zanyariyen bomaweyi(genetiki) he ji bi ?ikle kromatinen direj u zirav in. Kromatin di nav navike de bi qalika navike dorpeci ye.

Qonaxa Profaz I (Qonaxa amadehi) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Bi parce guherine, parceyen kromotiden nexwi?k en berambere hev cih diguherin.

Parzuna navike dihele u perce dibe, sentrozom ber bi cemseren xaneye dilivin u ri?alen te?iye (bi inglizi: spindle fibers ) cedikin. Kromatinen muyoki xwe li ser xwe dipecin, kurt u stur dibin. Kromatin edi weki kromozom ten navkirin.

Di qonaxa profaza 1e de kromozomen homolog ten ba hev u kromatiden kromozoman xwe li pe?beri hev cih dikin. Bi vi awayi genen allel ten hemberi hev. Ev rew?a cota kromozoman, weki sinapsis te bi nav kirin. [8] Ji ber ko  kromozomen homolog duhende bune, her ferek kromozom 2 kromatiden xwi?k lixwe digire. Dema cota homolog ten ba hev, pekhateyek bi 4 kromatidi cedibe, ev pekhate weki tetrad te navkirin.Kromatiden nexwi?k en her du kromozoman li ser hev ba dibin ev rew? weki tipa x te xuyakirin bi zimane yewnani nave tipa X “ki” ye loma be?a kromatiden bi awayeki ceperaski li ser hev direjbuyi, weki kiazma te navkirin.Kromatiden nexwi?k di xala kiazmaye de dihelin u ji kromozome diqetin. Di vi deme de parce guherin (bi inglizi: crossing over ) ru dide. Parce guherin di navbera genen allel de pek te. Genen allel en kromotinen nexwi?k bi berambere hev gen diguherinin. [9] Parce guherin yek ji  hokaren sereki ye ko dibe sedema guherina bomaweyi ya nif?en nu.

Qonaxa metafaz I (Qonaxa beramberi) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kromozomen homolog li naverasta xaneye de li ser xeza ekvatori de bi berambere hev rez dibin. ?eweya rezbuna kromozomen homolog dibe sedema bi ce?iddariya gametan. Sentrozom edi gihi?tine cemseran, di navbera sentrozoman de ri?alen te?iye cebuye. Her yeke ji kromozomen homolog xwe bi ri?alek te?iye ve gire dide, ev giredan di xala sentromere de pek te. Di heman deme de kinetokoren herdu kromatiden xweng xwe ber bi heman cemsere ve vedigerinin. Bi vi awaye herdu kinetokor bi yek mikrotubla kinetokori (ri?alae te?iye) ve ten giredan. [6] Ev rew? ji metafaza mitoze gellek cuda ye. Di qonaxa metafaza mitozi de ne kromozom, le her yeka kromatiden xwi?k, xwe bi ri?al te?iye ve gire dide. Ji ber ko di metefaza miyoze de kromozomen homolog li hember hev rez dibin, di qonaxa anafaz I e de ne kromatid, le kromozom ji hev cihe dibin. Ji cota kromozomen homolog, ferek dice cemserek, fera din ji dice cemsere din. Cihebuna kromozomen bi awayek tesadifi ru dide, ev rew? weki dabe?buna serbixwe (bi inglizi: independent assortment ) te navkirin. [6] Loma ji miyoza her bavanek, her car gameten bomaweyiya wan picek ji hev cuda peyda dibe.

Qonaxa anafaz I (Qonaxa cihebun) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Bi direjbuna mikrotubulen cemseri, xane ji direj dibe. Di destpeka ve qonaxe de her ferek kromozomen homolog ji hev cihe dibe. Bi kinbuna ri?ala te?iye (mikrotubula kinetokori) her ferek kromozomen homolog ber bi cemserek dilive. Dabe?buna mitozi de di qonaxa anafaze de ne kromozomen homolog, le kromatiden xwi?k ji hev cihe dibin. Gava kromozomen bi du kromatiden xwi?k digihijin cemseran, dawi bi anafaz I te. Dawiya qonaxa anafaza yekeme de, hejmara kromozoman dadikeve nive. [10] Eger xaneya ko te de miyoz ru dide, makexaneya gameten mirov ba, weki minak, makexaneya heke ba, we gave 23 kromozomen makexaneye ji dayik, 23 kromozom ji ji bav dihat. Dema anafaz I de hemu kromozomen dayike ber bi cemserek, hemu kromozomen ji bav ji ber bi cemsera din nace. Belavbuna kromozoman li gor rezbuna wan a di qonaxa metafaz I e pek te. Weki minak, dibe ko 8 kromozomen de u 15 kromozomen bav bice cemserek, 15 kromozomen de u 8 kromozomen bav ji bice cemsera din. Li gel metafaz I e, ev rew? ji dibe sedema cebuna gameten ji hev cuda.

Qonaxa telofaz I (Qonaxa kotahi) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di ve qonaxe de di her cemsereki de nive kromozomen homolog heye. Her kromozom he ji ji du kromatiden xwi?k pek te. Ri?alen te?iye hildiwe?in u winda dibin. Bi cebuna qeli?toka dabe?ine, parvekirina sitoplazmaye (sitokinez) dest pe dike. Li dora kromozomen herdu ali de parzuna navike cedibe. Bi dawiya qonaxa telofaz I e, sitokinez diqede u xaneyen haploidi cedibin. Di miyoza hin zindeweran de dibe ko pi?ti sitokineze li dora kromozomen xaneyen nu, parzuna navike cenebe u miyoz II dest pe bike. [8] Ev rew? weki interkinez bi nav dibe.

Bandora parce guherine li ser ce?iddariya nif?en nu de [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

De em bibejin malbatek bi car zarok heye. Herci car zarok ji ji heman de u bave ne, le zarok kopyayen hev nin in, raste rast na?ibin hevdu u bavanen xwe. Sedema ev rew?e, pirbuna zayendi ye. Dema cebuna gametan de, parce guherin li hin kromozoman pek te. Hejmara kromozomen we parce biguherinin li gor ?anse ye. Ango parce guherin her car di heman kromozom u navbera heman genan da pek naye, loma herci gamet ji heman kese cebin ji na?ibin hevdu.

Minak, ji bo zaroka yekemin a malbate de bila makexaneya sperme de parce guherin di navbera car homologan de pek were, bila makexaneya heke ji bi penc kromozomen homolog parce biguhere u bi pitina ev hek u sperme bila zaroka yekem cebe. Ji bo zaroka duyem ji ji makexaneyen heke u sperme, gameten nu ten cekirin, de em bibejin icar di navbera ?e? kromozomen homolog en sperme de parce guherin cebe u parce guherina heke ji di navbera car homologen we de ru bide. Bi pitandina van gametan zaroka duyemin cedibe, icar ji ber ko reza genen li ser kromozomen zaroka duyemine ji ya yekemin cuda ye, her du zarok allelen picek cuda lixwe digirin loma ji na?ibin hevdu. Ew rew? ji bo hemu zaroken malbate heman e. Dive neye jibirkirin ko xaneyen mirov ne ji 5-6 le 23 cot homolog lixwe digirin u her cara miyoze de dibe ko navbera geleki ji van kromozoman da parce guherin ru bide.

Bandora se hokar li ser lecuniya bavanan heye.

1. Di qonaxa profaz I e de parce guherin.

2. Di qonaxa metafaz I e de ?eweye rezbuna kromozomen homolog u di qonaxa anafaz I e de ji hev cihebuna van kromozomen homolog

3. Bi tesadufi pitandina heke ya bi sperme. [6]

Bi dabe?buna miyozi, ji makexaneyek diploidi, car xaneyen kec en haploidi peyda dibe

Miyoz II [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Li dawiya miyoz I, ji makexaneya diploidi du xaneyen haploidi cedibin. [10] Ev herdu xane bi miyoz II dibin car.

Qonaxa miyoz II ji seri heta dawi weki mina dabe?buna mitozi ru dide. Le di pe?iya profaz II de qonaxa interfaze tune ye. Ango di tevahiya dabe?buna miyozi de interfaz u duhendebuna ADNye carek, sitokinez du car ru dide. [4]

Profaz II [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di qonaxa profaz II de kromatin xwe li dor xwe dipecinin, gilok dibin u he pirtir kin u qalind dibin. Navikok winda dibe, parzuna navike perce dibe.Sentromeren her du kromatiden xwi?k xwe bi hev re gire didin. Kromatiden xwi?k bi alikariya proteinek, bi nave proteina kohesin ( Cohesin ) xwe li hev digirin u edi weki kromozom ten navkirin. Li sentrozoman de cekirina ri?alen te?iye (mikrotubul) dest pe dike. Sentrozom ji hev cihe dibin u her yek ber bi cemserek xaneye ve dicin.

Metafaz II [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Sentrozom li her du cemseren xaneye de cih dibin. Kromozom he pirtir xwe li dor xwe dipecinin. Bi vi awaye kromozom kintir u qalindtir dibin.Kromozom li ser xeza ekvatori ya xaneye de rez dibin. Ev xeza ekvatori weki ‘seniya metafaze’ te navkirin. Her yeka kromatiden xwi?k bi mikrotubulen kinetokori yen dijber ve te giredan.

Anafaz II [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Mikrotubulen cemseri ji herdu cemseran ve xwe direj dikin. Gava li hev diqelibin (raste hev ten), hevdu tehn didin bi vi awaye xane direj dibe. Bi qeli?ina proteina Kohesin a navbera kromatiden xwi?k, ji hev cihebuna kromatidan ji dest pe dike. Mikrotubulen kinetokori di sere bi kinetokor ve giredayi de xwe hildiwe?inin u kin dibin kromatid li ser mikrotubulan ber bi cemsere tevdigerin. Her yeka kromatiden xwi?k en ji hev qetiyane, edi weki kromozom ten navkirin. [11]

Telofaz II [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Bi vi qonaxe ve di nav her xaneyek de du navik cedibin. Li derdora navikan parzuna navike peyda dibe. Mikrotubulen kinetokori u yen nekinetokori (mikrotubulen cemseri) hildiwe?in. Di nav navikan da navikok cardin cedibin. Kromatinen badayi yen kromozoman xwe ve dikin u zirav u direj dibin. Bi dawiya telofaze, dabe?buna navike (karyokinez) diqede u du navik peyda dibe. Pi?te dabe?buna navike dabe?buna sitoplazmaye dest pe dike. Bi sitokineze, ji her xaneyek haploidi, du xaneyen haploidi peyda dibe. Bi dawibuna miyoze, ji makexaneyek diploidi, 4 xaneyen haploidi cedibe. Ev hercar xaneyen kec ji, ji aliye zanyariyen genetiki ve ji hev cuda ne. [10]

Cudahiyen miyoz u mitoze [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Miyoz Mitoz
Encama dawi Bi gelemperi car xaneyen bi nive hejmara kromozomen bavan. Du xaneyen wekhev u kopyayen bavan.
Erk Cekirina gametan (xaneyen zayende) bo pirbuna zayendi di zindeweren navikrasteqinan de.Cekirina sporan Pirbuna xaneye, ge?ebun, ba?kirina birinan, pirbuna nezayendi.
Li kudere ru dide? Hema li hemu navikrasteqinan de (ajal, riwek, karok u pe?enge(protist) [12] [13] di endamen hekceker, spermceker u sporceker de. Ji bili xaneyen gamet,di hemu xaneyen navikrasteqinan de
Qonax Profaz I, Metafaz I, Anafaz I, Telofaz I,

Profaz II, Metafaz II, Anafaz II, Telofaz II

Propfaz, Prometafaz, Metafaz, Anafaz, Telofaz
Li aliye bomaweyi ve kopyaya bavan e? Na Ere
Parce guherin (Crossing over) ru dide? Ere, di rew?a asayi de navbera cota kromozomen homolog de ru dide Pir hindik, hema qet.
Cotbuna kromozomen homolog? Ere Na
Sitokinez Qonaxen telofaz I u telofaz II de ru dide. Di qonaxa telofaze de ru dide.
Veqetina sentromeran Di qonaxa anafaz I de ru nade le di anafaz II de ru dide Di qonaxa anafaze de ru dide.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ Stein, Wilfred D. , Chow, Christopher , Cooper, John A. , Bernfield, Merton R. , Alberts, Bruce M. , Lodish, Harvey F. , Staehelin, L. Andrew , Slack, Jonathan M.W. , Cuffe, Michael and Laskey, Ronald A.. "cell". Encyclopedia Britannica , 9 Mar. 2021, [1] </. Accessed 14 October 2021.
  2. ^ a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  3. ^ Meiosis. (2021, September 21). Retrieved October 14, 2021, from https://bio.libretexts.org/@go/page/25729 </ [ giredan daimi miriye ]
  4. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. ^ a b c d Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Hendersons dictionary of biology Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  10. ^ a b c Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  11. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  12. ^ Heywood P, Magee PT (adar 1976). "Meiosis in protists. Some structural and physiological aspects of meiosis in algae, fungi, and protozoa" . Bacteriological Reviews . 40 (1): 190?240. doi : 10.1128/mmbr.40.1.190-240.1976 . PMC   413949 . PMID   773364 .
  13. ^ Raikov IB (1995). "Meiosis in protists: recent advances and persisting problems". Europ J Protistol . 31 : 1?7. doi : 10.1016/s0932-4739(11)80349-4 .