Malzarok
an ji
mindaldan
(bi latini:
uterus
) endamek
koendama zauze ya meyan
e. Di
hewzekelene
de, di navbera
mizdank
u
tortorike
de bi ?eweye hirmiyek serberjer direj dibe.
[1]
Diware malzaroke bi
lusemasulkeyan
, navpo?e malzaroke bi
luleyen xwine
u
rijenen lince
dewlemend e. Di direjiya ducaniye de, ge?e u peresina embriyo u korpeleye di nav malzaroke de ru dide. Hinek bester (bi inglizi:
ligament
), malzaroke di nav hewzekelene de bi hestiyen
pi?tena hewze
ve gire dide, bi vi awaye cihe malzaroke sabit dibe.
[2]
Bi gelemperi qebareya malzaroka meya neducani bi qasi kulmek guva?ti ye. Direjiya malzaroke bi qasi 7.5 cm, firehiya we 5 cm e, sturiya diware we 2.5 cm e.
[3]
Giraniya malzaroke bi qasi 40-50 gram e.
[4]
Malzarok ji se be?en sereke pek te; biniya malzaroke, la? u stuye malzaroke
Be?a ko li aliye jore deve
cogen heke
dimine weki biniya malzaroke te navkirin. Ev be? bi ?eweye qubeyi ye.
Be?a sereki ya malzaroke ye, ji asta cogen heke dest pe dike her ko ber bi jer ve dice, teng dibe, heta deve navi ye stuye malzaroke direj dibe. Ceqin u perisina embriyoye di nav ruye navi ye be?a la? de ru dide.
Li aliye jer de malzarok teng dibe u ber bi nav zeye direj dibe, be?a teng weki stuye malzaroke te navkirin. Stuye malzaroke pekhateyek luleyi ye, di be?a heri jere malzaroke de cih digire, malzaroke bi
zeye
ve gire dide. Be?a nezike malzaroke weki deve navi te navkirin. Be?a nezike zeye ji weki deve derve te navkirin. Coga stuye malzaroke di navbera deve navi u deve derve de cih digire. Stuye malzaroke lince made der dide.
[2]
Diware malzaroke ji se cinan pek te:
Cina derve weki betane malzaroke (bi latini:
perimetrium
) te navkirin. Cina naverast weki masulkeya malzaroke (bi latini:
myometrium
), cina navi ji weki navpo?e malzaroke (bi latini:
endometrium
) te navkirin.
[5]
Di zimane yewnani de ji bo malzaroke peyva ‘
m?tra
’ te bikaranin herwisa pe?gira ‘
peri
’ ji ji bo derdor, dorhel te bikaranin.
[6]
Ango “
perimetrium
” bi wateya ti?ta li derdora malzaroke, an ji ti?ta ko malzaroke dipece te bikaranin. Ev pekhate bi kurdi weki “betane malzaroke” te navkirin. Betane malzaroke li aliye pe?i de, be?a bini u be?a la? a malzaroke dadipo?e u direje ser mizdanke dibe. Li aliye pa?iye de, betane malzaroke hemu be?en malzaroke dadipo?e u ber bi tortorike ve direj dibe. Di herdu kelekan de, biniya malzaroke tene bi betane malzaroke dapo?i ye, betan ji vir ber bi cogen heke direj dibe.
[4]
Betane malzaroke ji
ruke?e?aneya
pahn a tekrezi (bi inglizi:
simple squamous epithelium
) u
bestere?aneye
pek te. Betan ?ile der dide u malzaroke ji lekxi?andina hawirdore dipareze.
Cina naverast ji cinek stur a lusemasulkeyan pek te u weki masulkeyen malzaroke te navkirin. Piraniya malzaroke ji masulkeyan pek te. Ri?alen masulkeyen malzaroke bi ?eweyi direjki, ceprasti u bazini li ser diware malzaroke de cih digirin.
[3]
Ri?alen masulkeye bi luleyen xwine dewlemend in. Bi direjiya ducaniye de her ko mindal di nav malzaroke de gir dibe, masulkexane ji direj dibin u malzaroke fireh dikin. Dema zarokbune (zarokanine) ji masulke girj dibin u dergu?e ber bi coga zayine pal didin.
[7]
Pi?te ducaniye di nav ?e? mehan de,direji u qebareya masulkeyen malzaroke dadikeve rew?a xwe ya asayi.
[8]
Cina navi ya diware malzaroke weki navpo?e malzaroke te navkirin. Navpo?e malzaroke perdeyek linci ye, bi rijenen lince u bi luleyen xwine dewlemend e. Navpo?e malzaroke ji bestere?ane u ruke?e?aneye pek te. Li gor erken xwe di navpo?e malzaroke de du cin heye. Cina li ser masulkeyen malzaroke, cina bingehin e. Cina bingehin li gel bestere?aneye, xaneyen ruke?e?aneye ji lixwe digire. Cina li aliye kelene malzaroke, cina calak e u ji
xaneyen
ruke?e?aneye u luleyen xwine pek te. Bi bandora
hormonen
procesteron
u
estrocen
ji cina bingehin xaneyen nu cedibe u cina calak stur dike ko ceqina embriyo ru bide. Her wisa bi
cerxa mehane
her meh be?ek ji xaneyen cina calak dimirin, ji malzaroke ten qetandin u avetin. Ango heke ducani ru nedabe, be?a calak a navpo?e malzaroke her meh picek stur dibe, pa?e disa tenik dibe. Li gel derdana lince madeye, navpo?e malzaroke ji bo
hek
u
sperman
ji hin madeyan der dide. ?ileya derdana navpo?e malzaroke ji av, hesin, potasyum, sodyum, klor,
glukoz
u
proteinan
pek te. Glukoz xurek e ji bo sperm u heke. Protein ceqina embriyoye ya nav navpo?e hesan dike. Madeyen din en ?ileya derdane, hawirdorek guncav dabin dike bo hek u sperman.
[8]
Hek di nav
coga heke
de te
pitandin
. Heka pitandi bi
dabe?bune
, hejmara xaneyen xwe zede dike u weki embriyo digihije nav malzaroke. Embriyo noqe navpo?e malzaroke dibe. Bi noqbuna embriyoye, ruke?e?aneya navpo?e malzaroke, embriyoye dipecine. Bi vi awaye bi direjiya ducaniye de malzarok pi?tgiriya perisina embriyo u korpeleye dike. Li dawiya ducaniye, girjbuna lusemasulkeyen malzaroke, dergu?e ber bi coga zayine tehn dide.
[7]
Di her cerxa mehaneye de li gel heka nepitandi be?ek ji navpo?e malzaroke te qa?kirin u avetin.
- ^
Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^
a
b
Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^
a
b
Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^
a
b
Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^
Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^
"peri." Random House Kernerman Webster’s College Dictionary. 2010. 2010 K Dictionaries Ltd. Copyright 2005, 1997, 1991 by Random House, Inc. 4 Jan. 2022
[1]
- ^
a
b
Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
- ^
a
b
Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "uterus". Encyclopedia Britannica, 7 Jun. 2019,
[2]
Accessed 4 January 2022.
|
---|
Navneteweyi
| |
---|
Neteweyi
| |
---|
Yen din
| |
---|