한국   대만   중국   일본 
Luleya xwine - Wikipediya Here naveroke

Luleya xwine

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.

Li Kurdistana bakur di nav gel de u di hin pirtukan de li dewsa luleyen xwine, peyven weki porgen xwine [1] damaren xwine, demaren xwine [2] , rehen xwine [3] , regen xwine, boriyen xwine u hvd. ten bikaranin [4] , le a rasti, van peyvan ne li gor zanista biyolojiye ye. Bi ingilizi ev peyv weki ”blood vessel” te bikaranin [5] . Wateya “blood” xwin e, wateya “vessel”ji lule an ji bori ye. Her wisa li dibistan u zaningehen ba?ure Kurdistane de bi salan e peyva luleya xwine te bikaranin [6] [7] .

Luleyen xwine weki mina tora boriyan li hemu be?en la? de belavi ne

Luleyen xwine weki mina tora boriyan li hemu be?en la? de belavi ne [8] . Di la?e mirov de se cor luleyen xwine heye. Nave vana; xwinber , xwinhener u mululeyen xwine ye.

Coren luleya xwine

Dil xwine pompe dike nav luleyen xwine, aresteya herika xwine di nav luleyen xwine de bi yek ali ye. Xwina ji zikokeya dil te pompekirin; dorbidor, di nav xwinbera sereke, xwinber, xwinberok mululeyen xwine, xwinhenerok , xwinhener u xwinhenera sereke de derbas dibe u vedigere guhikeyen dil [9] . Luleyen ko xwin ji zikokeyen dil dur dixin, weki xwinber ten navkirin [9] . ?axwinber (Aort) u xwinbera pi?ikan, xwinberen sereke ne. Xwinber her ko ji dil dur dikeve weki mina guliyen dare ?ax dide u he pirtir xwinberen ziravtir pek tine, ji van xwinberan re dibejin xwinberok. Xwinberok ji he pirtir ?ax didin u ziravtir dibin, bi vi awaye mululeyen xwine cedibin. Mululeyen xwine di navbera xwinberok u xwinhenerokan de cih digire. Xwinhenerok luleyen teng u zirav in, aresteya herika xwina nav xwinhenerokan ber bi dil ve ye. Xwinhenerok di hin be?en la? de digihijin hev u tevi hev dibin bi vi awaye luleyen he firehtir cedibin, ji vana re dibejin xwinhener. Xwinheneren ji endamen la? ten, digihijin hev. Ji van xwinheneran , xwinhenera sereke cedibe. Xwina ji zikokeye derketi, dawiya dawi bi xwinhenera sereke, vedigere guhikeya dil. Ango luleyen ko xwine tinin guhikeyen dil, weki xwinhener ten navkirin [9] .

Di navbera xwinber u xwinheneran de luleyen ziravok en weki mu hene, van luleyan weki mululeyen xwine ten navkirin.

Pestoya xwine di nav xwinberan de heri bilind e. Loma diware xwinberan ji yen xwinheneran qalindtir e [10] . Ri?alken qayi?oki u masulkeyen diware xwinberan ji yen xwinheneran zedetir e.

Guherina oksijen u karbona diokside bi navbeynkariya mululeya xwine pek te [8] . Her wisa navbera xwin u ?ileya derdora ?ane u xaneyen la? de guherina xurek u madeyen pa?mayi ji di mululeyan de pek te [10] .

Xwingeriya la?e mirov.

Luleyen xwine, bi alikariya dil , xwine di hemu be?en la? de digerine u cardin vedigerin dil. Ev kar weki xwingeri bi nav dibe. Di la?e mirov de se cor xwingeri (gera xwine) heye [11] .

1. Xwingeriya koroneri

2. Xwingeriya pi?ikan

3. Xwingeriya sistemi

Masulkeyen dil bi gera koroneri, ji xwine oksijen u xurek digirin, karbona dioksid u madeyen pa?mayi ji didin xwine. Ango gera kororoneri ya xwine, navbera dil u masulkeyen dil de pek te.

Xwina kemoksijeni bi navbeynkariya xwingera pi?ikan , di mululeyen pi?ikan de oksijena xwe zede dike u karbona dioksida xwe ji kem dike, bi vi awaye xwina teroksijeni vedigere dil. Gera xwine ya navbera dil u pi?ikan weki gera pi?ikan bi nav dibe [11] .

Xwina teroksijeni ji dil belave la? dibe, oksijene dide xane u ?aneyen la?, ji xaneyen la? ji karbona diokside digire u dibe dil. Ev xwingeri ji weki gera sistemi te navkirin [11] .

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ Sadallah S. (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary/ Ferhenga Inglizi-Kurdi ya Selahedin. we?anen avesta. Stembol. ISBN: 975-7112-85-2
  2. ^ Boti K, (2006) Ferhenga Kameran kurdi-kurdi. we?anxaneya spirez. Hewler
  3. ^ Rizgar B, (1993) Kurdish -English Dictionary /Ferhenga kurdi-ingilizi Lithosphere Printing Cooperative London
  4. ^ Bekta?,H (2004) Anatomiya Bedana Mirov.We?anen Deng.Stembol. ISBN 975-7011-32-0
  5. ^ blood vessel. American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved August 1 2018 from [1]
  6. ^ Barewabarayti Parwarda (e-learning)Luleyen xwine. [2]
  7. ^ Barewabarayti Parwarda (e-learning)Luleyen linfe [3]
  8. ^ a b OpenStax CNX. Mar 22, 2018 p 460 [4]
  9. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [5]
  10. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  11. ^ a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4