한국   대만   중국   일본 
Koendama herise ya mirovan - Wikipediya Here naveroke

Koendama herise ya mirovan

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
(Ji Koendama herise hat beralikirin)

Ji bo destxistina wize(enerji), cekirina xaneyen nu, saxkirina birinan, dabinkirina bergiriya la? u rekxistina hevsengiya la?, pediviya mirov bi xwarin u vexwarine heye. Ji bo pekanina erken xwe dive xurek (ti?ten ji bo xwarin u vexwarine) bikeve nav xaneyen mirov. Xurek li gel av, vitamin u kanza (mineral), madeyen proteini , karbohidrad i u cewri ji lixwe digire. Vitamin av, u kanza madeyen hurik in u bi hesani ji parzuna xaneye derbasi nav xaneyan dibin. Protein, karbohidrat u cewri(lipid) molekulen gewre (makro molekul)ne, dive pe?i ben heriskirin. Bi navbeynkariya av u enziman , ji percekirina xureken gewre, destxistina xureken hurik, weki heriskirin bi nav dibe. Bi kurtasi, madeyen aloz en di nav xurekan, bi heriskirine ten percekirin ji bo madeyen sakar. Bi herisbune ji proteinan asiden amini , ji karbohidradan glukoz u ji cewri ji gliserol u asiden cewri ce dibe. Ev molekulen herisi wisa hurik in ko edi dikarin ji parzuna xaneye derbasi nav xaneyan bibin u erken xwe pek binin. Ew endam u pekhateyen erke herise bi cih tinin ji weki koendama heris bi nav dibe.

Coga herise [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Coga herise
Bi gelemperi coga herise ya ajalen gihaxwer, ji yen go?txwer direjtir e.

Coga herise, coga xureke an ji reka herise.(bi inglizi; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract). Coga herise ji endamen herise pek te. Endamen coga herise; dev, gewri, sorincik, gede, ruviya zirav e ruviya stur e. Ev endaman ji dev heta kome bi ?eweya bori direj dibin. Bi gelemperi coga herise ya ajalen gihaxwer , ji yen go?txwer direjtir e. Coga herise ji du be?a pek te, be?a yekem ji dev heta gedeye ye. Be?a duyem ji ji gedeye heta kome ye. Ji ber erka endaman, pekhateya coga herise li hemu be?an de ne wekhev e, li bi gelemperi ji soricike hata dawiya ruviya stur pekhateya coga herise di?ibe hevdu. Koendama demar , hormonen herise an ji di nav coge de hebun u tunebuna xurek, bandor li ser calakiya coga herise dike. Sistema simpasawi u parasimpasawi ya koendama demar a navendi, girjbun u xavbuna lusemasulkeyen coga herise kontrol dike. Bi gelemperi sistema simpasawi calakiya coga herise kem dike, sistema parasimpasawi ji calakiya coge zede dike. Hormonen weki gastrin , kolesistokinin u sekretin ji bandor li ser calakiya hin be?en coga herise dikin. Herwiha dema di nav coga herise de xurek tune be, calakiya coge ji kem dibe.

Deve mirov [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Deve mirov endamek ji koendama herise ye. Herisa kimyayi u herisa mekanik li dev de dest pe dike. Valahiya dev bi levan, gepan, ziman u esmane dev dorpeckiri ye. Di kotayiya dev de gewri dest pe dike. Coga herise ji dev dest pe dike heta zotike direj dibe. Li gel erka herisine, dev alikari ji bo peyivine (deng derxistine), tahm girtine u henaseye ji dike. Ji bo erka herisine, di deve mirov de hin endam hene, weki minak; diran, ziman, rijenen like(tuk)

Rijenen like (Likerijen) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Rijene like
Di deve mirov de gelek rijenen picuk heye le, ev se cot rijenen like yen heri bibandor in.

Gelek rijen di linceperdeya dev u ziman de cih bune u roje bi qasi 1-1,5 litre lik(tuk) berhem dikin u der didin nava dev. Lik xurekan nerm dike u herisa kimyayi ya xureken karbohidradi dide destpekirin [1] . Her ciqas di deve mirov de gelek rijenen like hebin ji ji wan se cot he pirtir bi bandor in [2] . Rijenen binguh (parotid glands), rijenen binziman(sublingual glands), rijenen cena jerin (submandibular glands). Ji xeyni ave, di nav like de enzima amilaz , enzima lizozim, iyonen weki sodyum, potasyum, fosfat u bikarbonat, linc(mukus), dijetena A heye [3] . Le ji bo erka herise pekhateyen heri giring enzima amilaz, linc, iyonen bikarbonat u fosfat e. Berhemkirin u derdana like ji aliye koendama demara xweyi( autonomic nervous system) ve te rekxistin [2] .

Diranen mirov [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Dirane mirov
Dev u diranen mirov

Diran (didan) endamek ji bo herisa mekanik e. Jekirin, gezkirin, cutin, herandin u percekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pek te. Di deve miroven tegihi?ti de 32 diranen mayinde heye, le hin caran dibe ko diranen kursi yen seyemin (dirane jiri, dirane aqili) dernekeve mirov bi 28 diranen mayinde bin. Li gor erk u ?eweye xwe, diran car cure ne [4] . Diranen pe?i ( diranen birre) hey?t heb, diranen qil car heb, diranen pe?kursi hey?t heb, diranen kursi 12 heb. Diranek ji se be?en sereke pek te; Taca diran, stuye diran, koka diran [2] . Li ser ruye taca diran u jorine stuye diran de cinek req heye nave vi cine mina ye. Di bine minaye de cina ac heye. Piraniya pekhateya diran ji ace pek te. Di bine cina ace de valahiyek bi nave kirok heye. Kirok li gel bestere?aneya nerm, bi luleyen xwine , luleyen limfe u ri?alen demar ve tiji ye. Kirok ber bi koka diran ve direj dibe, ev der weki coga diran bi nav dibe. Heke mina ya diran biderize, di cihe derizi de bakteri u perceyen xurek berhev dibe, ev rew? dibe sedema kunbuna cina minaye. Heke cina mina kun bibe, diran tu?i re?bun u kilorbune dibe.

Pekhateya dirane mirov

Ziman u tahmgirtin [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Ziman (endam)

Ziman endamek masulki ye, ruye ziman bi cina lince dagirti ye. Ziman li gel erka herisa mekanik u kimyayi, erken weki cejtin(tamgirtin), peyvin u daqurtin bi cih tine [5] . Xurek bi alikariya ziman di nav dev de serubin dibe, bi vi awaye lik tevahiya xureke ?il dike u nerm dike. Dema cutine, ziman bi navbeynkariya masulkeyen xwe, loqen xureke aresteya nav diranan dike, bi vi awaye diran bi hesani xurek dicun. Pi?te cutine, ziman loqa xureke ber bi gewriye pal dide. Li ser ruye ziman de gocke (bi ingilizi, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene, di nav van gockeyan de komen gopka tame(cejegopke) heye [5] . Cejegopkeyek, ji koma xaneyen cejewergir, xaneyen pi?tgiriye, u demaren heste pek te. Ji bo mirov tama xwarin u vexwarine bigire, dive xurek di nav like de ?il bibe u bihele. Ji xureken helandi molekulen kimyayi derdikeve, molekulen kimyayi bi navbeynkariya kulken ceje ten girtin [6] . Molekulen kimyayi, kimikewergiren xaneyen cejewergire calak dikin. Bi vi awaye sinyal ji xaneyen cejewergir derbasi demaren heste dibin. Demaren heste sinyalan radigihinin meji , di meji de cureya ceje an ji hesten din te ?irovekirin.

Gopiken li ser ziman tama(ceja) xurekan weki ?or,?irin, umami,tir? an ji tal dinase.

Gewri [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Gewriya mirov
Dev u gewriya mirov

Gewri endamek hevbe? e ji bo heris u henaseye [1] . Tekiliya gewri(geru) bi valahiya poz, valahiya dev, sorsorik(sorick) u qirrike heye. Mirov ji poz u dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriye derbase qirike dibe u bi navbeynkariya borrihewa (trake)dice pi?ikan . Herwiha xurek ji ji dev bi navbeynkariya gewri derbase sorsorike dibe u dice gedeye.

Soricik [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Soricik
Soricik boriyek masulkiye di di navbera gewri u gedeye de.

Soricik boriyek masulki ye, ji gewri heta gedeye direj dibe. Direjiya soricike bi qasi 25 cm ye [7] . Ruye soricike bi cina linceperde dagirti ye, rijenen linceperdeye madeya linc der dide nav valahiya soricike, bi awaye xurek di nav soricike de bi hesani xi? dibin. Di nav soricike de, livina xurek ne ji ber rake?aniye le ji ber zora masulkeyan e. Piraniya masulkeyen soricike, ji lusemasulkeyan pek te. Soricik du cure lusemasulke lixwe digire, lusemasulkeyen direjki(li aliye derve) u lusemasulkeyen bazini(li aliye hundir) [8] . Girjbuna masulkeyen soricike dor bi dor ru dide. Ango hemu masulke bi careki girj nabin. Masulkeyen bazini ji kotayiya gewri dest bi girjbune dikin be? bi be? girj dibin. Bi ahengi girjbun u xavbuna masulkeyen soricike weki peristalsi bi nav dibe. Aresteya peristalsiye ji gewri ber bi gedeye ye. Masulkeyen luse di bin kontrola sistema demari ya xweser de kar dikin. Masulkeyen soricike masulkeyen xwenewist in, ango girjbun u xavbuna van masulkeyan ne bi desthilatdariya(xwestek) mirov, le bi awayek xweser ru dide [5] . Li kotahiya soricike u navbera deve gedeye de komek masulkeyen bazini yen give?ker heye. Ev masulke weki mina dericeyek kar dikin. Pekhateya van masulkeyan weki gu?er(give?k) (bi ingilizi:sphincter) bi nav dibe. Ji xeyni dema veri?ine, dive tu car xurek ji gedeye ber bi soricike neherike. Hin caran dibe ko gu?er sist bimine an ji girjbuna wan lawaz be, di rew?ek wisa de, xurek ji gedeye ber bi soricike pa?diherike. Ev rew? weki nexwe?iya dilekize (reflu) (bi inglizi: heartburn) te bi navkirin [9] .

Gede [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: gede

Gede endama herise ye. Di?ibe kiseki(turek) masulki di navbera soricik u ruviya zirav de. Gede di bine navpencike (diyafram), li aliye cepe, li jore Zikekelene de cih digire [8] . Gedeya tiji di?ibe pita J ye [7] . Ruye hundirin a gedeya vala qurmici ye. Di diware gedeye de se cure lusemasulke rez bune. Masulkeyen bi ?eweya bazini, masulkeyen direjki u masulkeyen ceperast (diagonal) li ser diware gedeye de rez dibin. Ruye hundirin e diware gedeye bi cina ruke?e?aneye sergirti ye. Xaneye ruke?e?aneye madeya linc der didin. Perdeya linc (linceperde) ?aneyen gedeye ji asid u enzimen nav gedeye dipareze [1] . Du gu?eren (give?k) gedeye, hatin u derketina xurekan a nav gedeye kontrol dikin. Gu?era di navbera sorincik u gedeye weki gu?era kardiak te bi navkirin. Gu?era di navbera gede u ruviya zirav ji weki gu?era pilori bi nav dibe [8] .

Di gedeye de herisa mekanik u herisa kimyayi ru dide. Xurek di nav gedeye de ji ber culeya(livin) peristalti bi awayek fiziki te heriskirin. Xureken di gedeye de nermbuyi, di?ibe ?orbeyek tir a nivherik. Ev rew?a xurekan weki kimos (chyme) bi nav dibe [1] . Xureken proteini cara pe?in li nav gedeye raste enzimen herise ten. Enzima pepsin xureken proteini perce dike bo polipepdiden huriktir.

Diware gedeye ji car cinan pek te.

Masulkeyen gedeye ji aliye sistema demar a xweser(xweye koendama demar) ve te kontrolkirin. Sistema demari ya xweser ji sistema simpasawi u parasimpasawi pek te. Sistema parasimpasawi bi navbeynkariya demara vagus ji bo zedekirina girjbune sinyal radigihine masulkeyen gedeye. Sistema simpasawi ji berevajiye sistema parasimpasawi kar dike u leza calakiya gedeye kem dike. Li gel sistema demar , hormon ji li ser calakiya gedeye de bibandor in [4] . Hormona gastirin ji aliye xaneyen linceperdeya gedeye ve te berhemkirin. Gastirin di nav xwine de ber bi rijenen gedeye ve te guhastin. Gastirin rijenan han dike ko he pirtir ji ?ileya gedeye berhem bikin u der bidin. ?ileya gedeye(gastric juice) ji asida hiroklori(HCl), sodyum klorid(NaCl) u Potasyum klorid(KCl) pek te.

Kare gedeye

  • Xurek ji bo demek di nav gedeye de te embarkirin, bi vi awaye, ji bo enzima pepsine derfeta calakbune ce dibe. Pepsin xureken proteini yen nav gedeye diherisine bo firepeptidan.
  • Diware gedeye ji se cinen masulkeyen lus pek te. Bi girjbun u xavbuna van masulkeyan gede mina me?ke te kilandin u gu?andin, xurek u derdanen gedeye li nav hev dikevin. Ev rew? dibe sedema herisa mekaniki.
  • Gede bi alikariya gu?era pilori xureke(kimos) hedi bi hedi, be? bi be? ber dide nav ruviya zirav. Bi vi awaye heriskirin u mijandina xurkan ji aliye ruviyan ve he hesantir ce dibe [7] .
  • Hineki av, alkol, xwe u derman gava hin li nav gedeye ne, te mijandin u tevle xwine dibin [2] .
  • Ji ber derdana asida hidroklorik, pH a nav gedeye li derdora 1,5-2,5 e ango ?ileya gede asida bi hez e. Bi hebuna vi aside, gede li hember hokaren nexwe?iye bergiriya gi?ti dabin dike.
  • Ji ber hawirdora asidi, xweyen hesini yen nav xurekan di gedeye de dihele, bi vi awaye hesin di ruviya zirav de bi hesani te mijandin.
  • Xaneyen diware gedeye lincemade der didin, madeya linc ruye gedeye xijoki dike, xurek bi hesani di nav coga herise de xi? dibin.

Ruviya zirav [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Ruviya zirav

Ruviya zirav di navbera gede u ruviya stur de bi awayek badayi direj dibe. Ruviya zirav bi qasi 6 ? 7 metre direj e. Firehiya coga ruvi 2.5 cm e. Ruviya zirav ji se be?an pek te. Ruviya donzdetilik (ruviya donzdegire), ruviya vala, ruviya badayi [10] .

Ruviya donzdetilik [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ruviya donzdetilik an ji ruviya donzdegirek (bi inglizi: duodenum ) nave xwe ji direjiya xwe digire. Direjiya ruviya donzdetilike bi qasi donzde tili an ji 25 cm e. Ji bo herisa mekanik a cewri, ji kezebe zerav te derdan, zerav bi navbeynkariya coge tevle xureken nav donzdetilike dibe. Herwisa ji bo herisa kimyayi ji ji pankrese enzimen herise tevle donzdetilike dibe.

Ruviya vala [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ruviya vala an ji ruviya birci (bi Inglizi: jejenum ): Direjiya we bi qasi 2.5 metre ye. Mijina xurekan cara pe?in di ruviya vala de dest pe dike.

Li ser ruye hundirin a ruviya zirav de hin pekhateyen mina tili hene nave van pekhateyan memile ye

Ruviya badayi [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ruviya badayi (bi inglizi: ileum ) be?a dawi ya ruviya zirav e. Direjiya we bi qasi 3.6 metre ye. Di kotahiya ruviya badayi de ruviya stur dest pe dike.

Ji bo herisa kimyayi u mijina xurekan, xurek bi qasi 12 saet di nav ruviya zirav de dimine. 90% e xurek u av ji diware ruviya zirav te mijandin u tevle xwine dibe [11] . Li ser ruye hundirin a ruviya zirav de hin pekhateyen mina tili hene nave van pekhateyan memile (bi ingilizi: yekjimar “villus” , pirjimar “ villi” )ye. Memile bi cinek xaneyen ruke? ve dapo?i ye. Ruke?exane ji ji bo zedekirina ruye ruviya zirav, parzuna xaneye ber bi coga (lumen) herise direj dike, li ser ruye xaneye pekhateyen weki mina kulkan peyda dibe. Ev pekhate weki wirdememile (bi ingilizi: yekjimar “ microvillus ”, pirjimar “ microvilli ”) bi nav dibe [12] . Ango wirdememile ji parzuna xaneya ruke? pek te. Memile u wirdememile ruye hundirine ruvi firehtir dike, bi vi awayi xurek bi hesani te mijandin. Miroven ko di ruviya wan da bi tera xwe laktaz ce nabe, weki nexwe?en kemtoleransiya laktoze bi nav dibin (bi ingilizi: lactose intolerance ) [13] . Ev kesan gava ?ir vedixwin, laktoz di ruviya wan da naye heriskirin u dibe sedema vijik u gazen ruvi.

Di nav genim, ceh u cewder de komek protein heye nave wi gluten e. Koendama bergiriye ya hin mirovan glutene weki hokara nexe?iye dehesibine u li hember glutene bergiri dabin dike. Kemtolerasnsiya glutene weki nexwe?iya siliyak te bi navkirin.(bi ingilizi: celiac disease) [9] .

Ruviya stur [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Ruviya stur
Ruviya stur ji car be?an pek te.

Ruviya stur be?a dawi ya coga herise ye, ji kotahiya ruviya badayi ya be?a ruviya zirav dest pe dike, heta kome(pind) di nav zikekelene de direj dibe. Firehiya coga ruviya sutur 6.5 cm e. Direjiya ruviya stur bi qasi 1.5 metre ye. Xurek di coga herise de bi tevahiye nayen heriskirin. Li gel xureken neherisi, hin kanza( mineral) u av ji derbasi ruviya stur dibe.

Kare sereke ya ruviya stur;

  • Av, xwe u kanza ji nav kimose dimije.
  • Di nav ruviya stur de hinek bakteriyen sudbex? dijin, van bakteriyan vitaminen weki vitamina K u vitaminen B berhem dikin. Ev vitaminan ji ji aliye ruviya stur ve te mijandin u tevle xwine dibin.
  • Pisayi kom dike u bi derketina destave ji la? dur dixe.

Xurek bi %90 di ruviya zirav de te mijandin. Roje bi qasi litreyek xurek dikeve nav ruviya stur. Piraniya av u iyonen nav xureken neherisi di ruviya stur de te mijandin. A pa?mayi edi ne weki mina kimosa ?orbeyi ye, le picek ziha ye ev pekhate weki pisayi te bi navkrin.

Pisayi di tortorike(rektum) de te berhevkirin u bi derketina destave ji ji la? te durxistin. Ji bo her 1000mL (mili litre) pa?mayiyen xurek en dikevin nav ruviya kor, 700 mL di nav ruviya stur de te mijandin, tene 300 mL ji pa?mayi dibe pisayi.

Ruviya stur memile u pecanen bazini lixwe nagire. Pa?mayiyen xurek bi qasi 12-24 seat di nav ruviya stur de dimine, ji ruviya kor ber bi tortorike hedi bi hedi bi culeya peristalti tevdigere. Di ruviya stur de ji bo heriskirine tu enzim naye derdan, loma li vir herisa kimyayi pek naye [3] [7] .Ruviya stur ji car be?an pek te; ruviya kor, kolon, tortorik u kom [13] .

Ruviya kor [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Be?a ruviya zirav u ruviya stur digihijin hevdu weki bi ?eweye kisi ye. Ev be? weki ruviya kor bi nav dibe. Ji ruviya kor pekhateyek weki mina tiliya qilicke direj dibe nave vi pekhateye ruviya zede ye (apandis). Direjiya ruviya zede bi qasi 8-9 cm e. Ji bo koendama herise, tu erka ruviya zede tune ye.

Kolon [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kolon be?a heri direj a ruviya stur e. Kolona ruviya stur ji car be?an pek te. Kolona hilke?ayi, kolona berwariki , kolona dake?ayi u kolona S-?eweyi ye [10] .

Tortorik [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Tortorik (rektum) be?a dawi ya ruviya stur e. Erka sereki ya tortorike embarkirina pisayi ye. Tortorik cogek masulki ye, loma ji bo embarkirina pa?mayiyen xurekan bi hesani fireh dibe. Direjiya tortrike bi qasi 13 cm e. Kolon pisayiye ber bi tortrike ve tehn dike, di nav tortorike de zedebuna pisayi dibe sedema firehbuna tortorike. Firehbun bandor li ser masulkeyen diwara tortorike dike, masulke ten ki?andin. Ev heza ki?andine ya li ser masulkeyan dibe sedema cebuna xwesteka derketina destave [7] . Heke mirov derketina destave pa? ve baveje, pisayi di hundire ruviya stur de ji bo demek direj dimine, he pirtir av ji pisayi te mijandin. Ji ber kembuna ava pisayi, dibe ko mirov zikgiri(qebizi) bibe [14] . Le heke pa?mayi pir zu ji la? be avitin, ve gave ji ber ko ava nav pisayi bi tera xwe naye mijandin, egera nexwe?iya zikcune (vijik) ce dibe [10] . Li gel nexe?iya zikcun u zikgiri (qebiz), nexwe?iyen weki bawesir (basur), kulbuna ruviya zede (apendist) u ?erpenceya kolon, hin ji nexwe?iyen bi ruviya stur ve tekildar in.

Endamen alikare herise [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Rijenen like, kisike zerave, kezeb u pankreas weki endamen yarider(alikar) bi nav dibin. Endamen alikar ne be?ek ji coga herise ne, le li derdora coga herise de cih buyi ne. Enzim u berhemen xwe bi navbeynkariya cogan, dirijinin nav coga herise. Kezeb ji bo heris a mekanik zerav berhem dike u der dide. Rijenen like u pankrease enzimen herise berhem dikin u der didin.

Kezeb [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Kezeb
Di nav zikekelene de cihe kezebe.

Kezeb [15] , kezeba re? [16] , an ji ciger. (Bi inglizi liver , bi yewnani hepar ( ?παρ ) ) Kezeb li aliye raste caryeka jore ya zikekelene de li bin navpencike de cih buye. Giraniya kezebe bi qasi 1- 2.3 kilogram e [11] . Kezeb rijeni heri gewre ya la? e. Kezeb ji aliye jor ve weki du pilen sereke, pila cepe u pila raste xuya dibe [3] . Ji bo heriskirine, kare sereke ya kezebe berhemkirin u derdana zerave ye. Herisa mekanik a cewri bi alikariya zerave ru dide. Kezeb roje bi qasi 1.5 litre zerav berhem dike.

Erka kezebe [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  • Metabolizmaya karbohidratan

Pi?ti xwarine, rejeya glukoza xwine berz dibe, kezeb bi navbeynkariya hormona insulune, hinek glukoze diguherine bo glikojene. Bi vi awaye glukoza xwine dadikeve asta asayi. Dema mirov birci ye, asta glukoza xwine ji rejeya asayi kemtir dibe. Ve gave hormona glukagone, kezebe han dike ji bo percekirina glikojen u bi destxistina glukoze. Glukoza bi destketi ji kezebe belave la? dibe u asta glukoza xwine derdikeve asta asayi [1] .

  • Metabolizmaya cewri

Cewriyen embarkiri di kezebe de te guhertin u ji bo destxistina ATP te bi karanin.

  • Metabolizmaya proteinan

Protein ji asiden amini ten cekirin. Gava asiden amini bi bende peptidi li hev ten giredan, ji hin asiden amini be?a nitroceni(koma amine) te durxistin, ji van be?en nitroceni di kezebe de ure te cekirin [14] . Kezeb ji asiden amini be?a nitroceni diqetine, ev be?e bi molekulen karbohidradi ve gire dide u ji vana asiden amini yen nebingehin ce dike. Kezeb ji asiden amini proteinen plazmaya xwine ce dike. Albumin, globulin u proteinen ji bo xwinmeyine minaken proteinen plazmaye ne [13] .

  • Percekirina xiroken sor u bergiriya li dij hokare nexwe?iye

Di kezebe de xaneyen hellu?enera gewre yen kezebe heye. Van xaneyan weki xaneyen Kupffer ten bi navkirin. Xaneyen hellu?ener li dij hokaren nexwe?iye bergiriye dabin dikin. Herwiha evan xaneyan di kezebe de xiroken sor en miri ji perce dike.

  • Ji derman u madeyen jehravi, durxistina jehre

Li gel alkol, pa?mayiyen hokaren nexwe?iye, hin derman u xurek madeyen jehravi lixwe digirin. Kezeb hewl dide ko jehra nav la? bebandor bike u ji la? dur bixe.

  • Guherandina amoyake

Dema asiden amini di nav xaneye de te percekirin , li gel karbona dioksid, amonyak(NH3) ji peyda dibe. Amonyak ji bo xaneyen la?, bi taybet ji bo xaneyen koendama demar, madeya jehravi ye. Kezeb amonyake diguherine ure ye [1] . Ure li gor amonyake he kemtir ziyanbex? e.

  • Dawianina calakiya hormonan

Hormonen wek insulin , glukagon , kortizol, aldesteron, tiroid u hormonen zayende, pi?ti cihanina erka xwe ji aliye xaneyen kezebe ve te percekirin.

  • Embarkirin

Kezeb, glikojen, hesin, mis(paxir), vitaminen weki vitamina A, D, E, K u B12 embar dike.

  • Derdana zerave

Xaneyen kezebe zerave berhem dike u der dide. ?ileya zerave ji xweyen zerave, pigmenten(madeya rengdar) zeraveu kolesterole pek te [1] .

Nexwe?iyen kezebe [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Hewkirdina kezebe ya virusi [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

ji ber virusan kulbuna(hewkirdin) kezebe , weki nexwe?iya hepatit bi nav dibe. penc cureyen nexwe?iya hepatit heye. Hokaren kulbuna kezebe virus in. Li gor cureya virus nexwe?iya kulbuna kezebe ji weki hepatit A, hepatit B, hepatit C, hepatit D u hepatit E te bi navkirin. Di nav gel de nexwe?iya kulbuna kezebe (hewkirdina kezebe) weki nexwe?iya zerike ji bi nav dibe. Le zeriki bi tena sere xwe nexwe?i nin e, yek ji ni?anen nexwe?iya kezebe ye.

Siroz [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Siroz yek ji nexwe?iyen kezebe ye. Bi nexwe?iya siroze, pe?i li kezeb cewri zede dibe, pa?e ?aneyen kezebe diguherin u necalak dibin [11] .

Nexwe?iya avbendi(bi ingilizi;edema) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di la?e miroven bi nexwe?iya siroze de av tov dibe. Li gel tevahiya la?, bi taybet ?ilemeni li derdora kezebe li zike mirov de he pirtir berhev dibe, loma zike mirov diwerime. Ev rew? weki avbendi bi nav dibe.

Kisike zerave [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Zeravdank

Kisike zerave, zeravdank (bi ingilizi: gallbladder) kisek bi renge kesk e. Di bine kezebe de li aliye raste de cih buye. Kisike zerave, kisikek masulki ye bi ?eweya hirmi ye. Direjiya wi bi qasi 8?10 cm ye u bi qasi 50 mililitre zerav embar dike [3] . Kisike zerave ji se be?e sereke pek te. Binik (fundus), la? u stu [3] . Binik be?a heri fireh e. Stu bi coga kisike zerave ve giredayi ye. Zerav ji kezebe bi riya coga kisike ber bi kisike zerave diherike, zerav di kisike zerave de te embarkirin. Gava pedivi bi zerava embarkiri hebe, zerav bi riya heman coge ber bi donzdetilike diherike [11] . Girjbuna masulkeyen kisika zerave ji aliye koendama demar u hormona kolesistokinin ve te kontrolkirin [17] .

Erka kisike zerave

  • Kisike zerave zerav embar dike, gava pediviya coga herise bi zerave hebe, zerava embarkri berdide nav coga zerave [7] .
  • Di dema embarkirine de, ruke?exaneyen linceperdeya kisike zerave, ava nav zerave dimijine bi vi awaye zerav tir dibe, ango xesti ya zerave zede dibe.

Nexwe?iyen Kisike zerave [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

keviren kisike zerave: Hin caran dibe ko di nav kisike zerave de an ji di cogen zerave kevir peyda bibin. Heke kolesterola tir u iyonen kalsiyume tekile hev bibin, di nav kisike zerave de cebuna kevir ru dide [10] .

Pankreas [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Pankreas
Pankreas rijene tekel e.

Pankreas hem weki endama koendama herise, hem ji yek ji endamen koendama hormon te hesibandin [7] . Bi esle xwe pankreas rijen e. Ji bo koendama herise enzim u ?ileya pankrease, ji bo koendama hormon ji hormon berhem dike u der dide. Enzimen herise bi navbeynkariya cogan digihine ruviya donzdetilike. Hormonen di pankrease de hatine berhemkirin rasterast tevli xwine dibin, loma bi vi erka xwe pankreas weki rijene becogi, ango korerijen te hesibandin. Penkreas endamek nerm u pilokdar(bi ingilizi:lobular) e. Renge we pembeyi ? gewriki ye. Direjiya pankrease bi qasi 12-15 cm ye, giraniya we 60 gram e. Pankreas li be?a jor a zikekelene de li aliye cepe, li pi?t gedeye de cih digire. Rijene pankreas ji se be?e sereke pek te; seri, la? u duvik [3] .Di zimane latini de wateya tiri “acinus” e, xaneyen pankrease yen enzim berhem dikin, weki mina heben gu?iya tiri li dora cogen pankrease kombuyi ne, loma nave van xaneyan ji xaneyen asini (bi ingilizi: acinar cells) hatiye dayin. Li pankrease enzimen amilaz, lipaz , nukleaze, tripsinojen u kimotripsinojen ten berhemkirin u derdan [3] .Di navbera xaneyen asini de komen xaneyen taybet weki mina durgeh(girav) belavi ne. Ev komen xaneyan, weki Durgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyen durgeha Langerhans hormon berhem dikin u rasterast ber didin nav xwine. Durgeha Langerhans se cure xane lixwe digire; xaneyen alfa, xaneyen beta u xaneyen delta [13] . Xaneyen alfa, hormona glukagon xaneyen beta, hormona insuline berhem dike u der dide. Calakiya pankrease ji aliye koendama demar u koendama hormon ve te kontrolkirin. Hormona kolesistokinin u hormona sekretin ji aliye rijenen ruviya zirav ve ten berhemkirin u derdan. Kolesistokinin xaneyen asini yen pankrease han dike ji bo derdana ?ileya pankrease. Hormona sekretin ji derdana iyonen bikarbonate han dike. Herwiha derdana ?ileya pankrease ji aliye sistema simpasawi u sistema parasimpasawi ve ji te kontrolkirin. Sistema parasimpasawi bi navbeynkariya demara vaguse, derdana ?ileya pankrease han dike [11] .

Herisa kimyayi [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Herisa kimyayi

Hin cure xurek wisa hurik in ko ne hewce ye be heriskirin, rasterast bi hesani ji coga herise derbasi nav xwine u xaneyan dibe. Weki minak; av, xwe, vitamin, glukoz, fruktoz, kanza(mineral) hwd. Xwarinen rojane bi gelemperi ji molekulen aloz pek ten [10] . Go?t, nan, hek, hemu cure run, ?ekire caye, ?ir, penir, savar, birinc, maqarne u hwd molekulen aloz lixwe digirin. Di nav van xurekan de li gel molekulen sakar, molekulen aloz en weki protein, ni?a , glikojen, cewri u asiden nuklei( ADN, ARN) heye. Molekulen aloz weki molekulen gewre (makro molekul) bi nav dibin u ji ber qebareya xwe ya gir, nikarin ji parzuna xaneye derbasi nav xaneye bibin. Molekulen aloz pe?i di coga herise de bi navbeynkariya enziman te hilwe?andin bo molekulen sakar(sade), pa?e molekulen sakar dikevin nav xaneyan. Hilwe?andina molekulen gewre ya bi navbeynkariya enziman u bi le zedekirana ave, weki herisa kimyayi te bi navkirin [11] . Herisa kimyayi hem di nav coga herise, hem ji di nav xaneyan la? de ru dide. Di coga herise mirov de di dev, gede u ruviya zirav de bi derdana enziman, xurek bi herisa kimayayi te tek?ikestin. Ji bo herisa kimyayi, dive ?ert u mercen hawirdor a heriskirin ru dide, guncav be. Ji bo heriskirine, dive enzima guncav, pH a guncav, germahiya guncav u bi tera xwe av hebe.

Heriskirina karbohidradan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Herisa karbohidradan

Xwarinen rojene yen weki; lazut, kartol, pivaz, tivir, gezer, savar, birinc, ?ir, pener, ?ekira cay, hingiv, bira(bi ingilizi beer), hemu ti?ten ji arvan cebuyi (nan, maqarne, biskiwit, hwd), hemu cureyen feki( zebe?, tiri, sev, mi?mi?, porteqal hwd), basteq u dimis minakin ji bo xureken karbonhidradi. Karbohidrat ne nave yek, le nave komek made ye ko wek sakkarid ji ten bi navkirin.

Li gor qebareya molekule, xurek se cure karbohidrad lixwe digirin, monosakkarid , diskkarid u polisakkarid . Monosakkrida nav xurekan, be ko ben heriskirin, rasterast di ruviya zirav de te mijandin u tevle xwine dibe. Glukoz, fruktoz u galaktoz karbohidraden monosakkaridi ye ?e?karboni ne. Du molekul monosakkarid bi awayek kimyayi yek dibin u karbohidraden disakkarid ce dikin. Sukroz (?ekira caye), laktoz (?ekira ?ire), maltoz ( ?ekira biraye) cureyen disakkarid in. Karbohidraden disakkaridi pe?i te heriskirin bo monosakkridan, pa?e tev le xwine dibin. Polisakkarid karbohidraden heri gir u aloz in. Bi hezaran molekul glukoz bi awayek kimyayi bi hev re ten giredan, bi vi awaye polisakkariden wek ni?a u glikojen peyda dibin. Karbonhidraden polisakkaridi di dev u ruviya zirav de te heriskirin bo glukoze. Herisa karbohidraden polisakkaridi di deve mirovde dest pe dike, li ruviya zirav de heriskirin bi davi dibe. Heriskirina disakkaridan di ruviya zirav de ru dide. Di dev de amilaza like ni?aye hildiwe?ine bo dekstrin u maltoze. Dekstrin ji karbohidrada polisakkaridi ye, le ji molekula ni?aye huriktir e [18] . Amilaz di dorhela asidi de hildiwe?e u kar nake. Herwiha li gedeye ji bo heriskirina karbohidradan enzim ji naye derdan, loma di gedeye de heriskirina ni?aye ji ru nade. Pankreas ji bo heriskirina ni?aye, amilaz berhem dike u der dide nav ruviya donzdetilike. Amilaza pankrease ni?aya ne hersbuyi ya ko ji calakiya amilaza like filitiye heris dike bo maltoze. Di ruviya zirav de li gel ni?a u dekstrine, karbohidraden disakkaridi ji ten heriskirin. Ji xeyni pankrease, ruke?exaneyen ruviya zirav ji hin enziman berhem dikin bo disakkaridan u der didin nav ruviye. Dekstrinaz, maltaz, sukraz u laktaz enzimen ruviya zirav e [10] . Di ruviya zirav de xureken karbohidradi heris dibin bo monosakkaridan. Monosakakrid molekulen sakar in, ji aliye memileyen li ser ruye ruviya zirav de ten mijandin u tevle xwine dibin.

Bi herisa kimyayi, ji molekulen aloz, molekulen sakar te bi destxistin.

Heriskirina proteinan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Herisa proteinan

Di deve mirov de ji bo heriskirina proteinan enzim tune, di dev de tene herisa mekanik a proteinan ru dide. Protein di coga herise de, di gedeye de cara yekem raste enzima herise te. Enzima pepsin di xaneyen gedeye de te berhemkirin. Pepsin proteinan hildiwe?ine bo polipeptiden huriktir. Gede bi xwe ji gellek protein lixwe digire. Xaneyen gedeye enzima ji bo heriskirina proteinan bi awayeki necalak berhem dikin u der didin nav gedeye. Enzima necalak weki pepsinojen te bi navkirin [10] . Xaneyen gedeye li gel pepsinojene, asida hidroklori(HCl) ji berhem dike u der dide nav gedeye. Asida hidroklori pepsinojene calak dike, pepsinojena calakbuyi edi weki pepsin bi nav dibe. Pepsin proteinan hildiwe?ine bo molekulen huriktir, ev molekulan weki polipeptid te bi navkirin. Polipeptid ji proteinan huriktir e, le he ji makromolekul e u ji bo tevle xwine bibe, dive he zedetir be hilwe?andin. Ji pankrease li gel enzima calak a karboksipeptidaze, enzimen tripsinojen, kimotripsinojen ji bi awayeki necalak ten berhemkirin u derdan. Ji xaneyen diware ruviya donzdetilike de enzimek bi nave enterokinaz (weki enteropeptidaz ji te zanin) te derdan. Enterokinaz tripsinojene calak dike. Tripsinojena calakbuyi weki tripsin te bi navkirin. Tripsin ji kimotripsinojene calak dike. Ev herdu enzimen calakbuyi; tripsin u kimotripsin, li ser polipeptidan bandor dikin u polipeptidan hildiwe?inen bo polipeptiden huriktir her wiha hinek asiden amini ji peyda dibe. Ji xeyni pankrease, xaneyen ruviya zirav ji enzim berhem dike u der dide ser xureke. Ji diware ruviya zirav enzimen karboksipeptidaz, dipeptidaz u aminopeptidaz te derdan [4] . Van enziman polipeptiden hurik perce dikin bo asiden amini. Bi herisa gedeye u ya ruviya zirav proteine xureke ten hilwe?andin. Monomeren proteine; asiden amini, bi tera xwe huruk in, memileyen li ser diware ruviya zirav asiden amini dimijine u tevle xwine dike.

Heriskirina cewriyan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Herisa cewriyan

Run, don, u bez en ji xurek ten bi destxistin; weki trigliserit te bi navkirin. Herwiha ji ber ko molekula trigliserit netar e, ango bare + u ? lixwe nagire, molekula trigliserit weki rune netari ji te bi navkirin. Trigliserid ji bo bi destxistina ATP, cekirana parzuna xaneye u hin hormonan te bi karanin. Molekula trigliserite ji molekulek gliserol u se molekulen asida cewri pek te. Trigliserid molekula gewreye, di coga herise de pe?i bi herisa mekanik u kimyayi te hilwe?andin bo monogliserid u asiden cewri, pa?e xaneyen ruviya zirav van herdu molekule sakar dimijine u tev le ?ileya limfe dike. Lipaz enzima herise ye ji bo cewri. Di la?e mirov de ji xaneyen ziman, ji xaneyen gedeye u ji xaneyen asini yen pankrease lipaz berhem dibe. Lipaza zimani u lipaza gedeyi, di gedeya mirov de calak dibin. Dilopen cewriya nav gedeye gir in, cewri di ave de natiwawe loma lipaz di gedeye de bi tera xwe kar nake [19] . Anko ji bo heriskirina cewriyan qada bingehin ruviya zirav e. Ji kezebe zerav te berhemkirin u derdan. Zerav dilopen cewri perce dike bo dilopen huriktir, bi vi awaye, enzim bi hesani xwe li ser ruye dilopen cewri ve gire dide. Pankreas ji bo herisa cewri enzima lipaze der dide. Bi calakiya lipazen pankreasi, molekulen trigliseride hildiwe?e bo asiden cewri, u monogliseride [13] .  Dibe ko li gel van molekulen sakar, bi herisbuna trigliseride, gliserol ji peyda bibe.

Mijina xurekan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: mijina xurekan
Pi?ti mijine, cewri di nav ?ileya limfe de te guhastin

Xurek ji dev hetani tortorike di nav coga herise de diherike. Coga herise di nav la?e mirov de ye, le xureken nav coge ne di nav xane u ?aneyen mirov de ye. Ji bo ji xurekan sud bigire, dive xurek bikeve nav xaneyen la?. Hin ji xurekemadeyan, rasterast li dev u gedeye te mijandin, le qada esasi ji bo mijina xurekan ruviya zirav e. Ji ruye navi ya ruviya zirav pekhatyen weki mina tili ber bi xurekan ve direj dibe, ev pekhate weki memile bi nav dibe [8] . Memile rubere ruye navi ye ruviya zirav fireh dike. Ruye memile bi ruke?exane yen mijer dapo?i ye. Xaneyen mijer ji Ji bo zedekirina ruye ruviya zirav, ji parzuna xaneye pekhateyen weki mina kulkan, ber bi valahiya coga herise (lumen) direj dikin. Ev pekhateyan weki wirdememile te binavkirin. Memile u wirdememileyan ruye ruviya zirav bi qasi 300m2 fireh dike, ev ruye fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herise derfet ce dike. Xurek pe?i ji valahiya coge derbasi xaneyen mijer dibe, pa?e bi navbeynkariya luleyen xwine u limfe belave la? dibe. Piraniya yekeyen(monomer) karbohidrad, cewri u proteinan di be?a ruviya birci ya ruviya zirav de te mijandin. Xweyen zerave u vitamina B12 di kutahiya ruviya badayi de te mijandin. Memile, mululeyen xwine u limfe lixwe digire. Mululeyen memileyan xureke dimijine. Asiden cewri u monogliserid di nav xaneyen ruke? de yek dibin bo trigliseride. Trigliserid bi protein, fosfolipid u kolestrole ve yek dibe. Ev pekhate weki ?ilomikron te bi navkirin. ?ilomikron ji xaneyen ruke? derbasi mululeyen limfe dibe u di nav ?ileya limfe de ber bi dil ve te guhestin. Herwiha, vitaminen di lipid de tiwawe ; Vitamina A,D,E u K ji bi ?ileya limfe te guhastin. Ji xeyni cewri, xureken din ji ruke?exaneyan derbasi nav mululeyen xwine dibin [7] . Xureken di nav mululeyen xwine bi navbeynkariya xwinhenera deri ya kezebe, ber bi kezebe ve te guhestin. Hinek av, vitamin, kanza u hin derman ji aliye xaneyen ruviya stur ve te mijandin. Di ruviya stur de gelek cure bakteri dijin, le vana ne bakteriyen ziyanbex? in [4] . Beravaji wi, hin ji van bakteriyan ji bo mirov sudbex? in, xureken neherisbuyi perce dikin, di heman deme de vitaminen B u vitamina K ji berhem dikin. Van vitaminan ji aliye xaneyen ruviya stur ve ten mijandin u di xaneyen mirov de ten bi karanin. Xureken neherisbuyi u yen nehatine mijandin edi weki pisayi bi nav dibe.

Rekxistina koendama herise [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  Gotara bingehin: Rekxistina herise
Bi derdana hormonan calakiya coga herise te rekxistin

Ji bo despekirin, domandin an ji dawianina heriskirin u mijina xurekan, hemu ?ert u mercen coga herise ji aliye hormonen herise u koendama demar ve te rekxistin. Li ser diware coga herise de gelek cure wergir hene, calakiya van wergiran ji bo rekxistina kare heriskirine ye. Ji van wergiran, mikanikewergir , kimikewergir u osmosewergir dikarin pe ji kartekeren(hi?arker) mekaniki, kimyayi u osmosi bihesin. Weki minak, tijibun u firehbuna gedeye ji ber xwarine, cureya xurekan u mejara ave u ?ilemeniyen nav xurekan ji bo wergiran hi?arker e. Sinyalen ji wergiran bi navbeynkariya toren demar digihijin koendama demar a navendi. Sinyalen ji wergiran, dibe ko derdana hormon u enziman bide destpekirin, an ji leza peristaltiye zede an kem bike. Masulkeyen coga herise u masulkeyen li diware luleyen xwine ji lusemasulkeyan pek te. Calakiya lusemasulkeyan bi riya xweye demarekoendam ve te kontrolkirin. Demarekoendama xweyi ji du sisteman pek te; sistema simpasawi u sistema parasimpasawi. Bi gelemperi sistema parasimpasavi calakiya coga herise zede dike, sistema simpasawi ji calakiya heriskirine kem dike [4] . Ragihandinen ji koendama demar ber bi coga herise, bi navbeynkariya demara vagus ve pek te [20] . Gellek hormon ji bo koendama herise kar dikin, le ji wana se heb; gastrin, kolesistokinin u sekretin hormonen bingehinin ji bo rekxistina heriskirine [13] . Ji xaneyen diware gedeye hormona gastrin te berhemkirin u derdan. Gastrin ji hin xaneyen gedeye han dike ji bo derdana asida gedeye(Asida hidroklori (HCl)) u enzima pepsinojene. Gava gede vala ye, icar dive derdana gedeye ji kem be, loma hormona enterogastron a di ruviya zirav de te berhemkirin calakiya gastrine kem dike. Li gel hormona enterogastrone, hormona sekeretin u kolesistokinin ji ji aliye xaneyen diware ruviya zirav ve te berhemkirin u derdan. Hormona kolesistokinin bandor li ser pankrease dike ji bo derdana enzimen herise(amilaz, lipaz, tripsinojen u kimotripsinojen). Herwiha hormona kolesistokinin kisike zerave ji girj dike, zerav ber bi ruviya zirav ve diherike [13] . Hormona sekretin kezebe han dike ji bo berhemkirina zerave, di heman deme de pankrease han dike ji bo derdana iyonen bikarbonate. Iyonen bikarbonat u xweyen zerave kimosa asidi ya ji gedeye nu hati, netar dikin. Bi vi awaye enzimen herise di ruviya zirav de he ba?tir kar dikin.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ a b c d e f g Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  2. ^ a b c d Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  3. ^ a b c d e f g OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. ^ a b c d e Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, tongue [2]
  6. ^ Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3
  7. ^ a b c d e f g h Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  8. ^ a b c d Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  9. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [3]
  10. ^ a b c d e f g Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  11. ^ a b c d e f McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978?0?07?337809?1
  12. ^ SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  13. ^ a b c d e f g Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  14. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  15. ^ Kovara kurmanci, instituta kurdi li paris
  16. ^ Huseyin Bekta?, Anatomiya bedena mirovan
  17. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA,Gallbladder. [4]
  18. ^ dextrin." The Columbia Encyclopedia, 6th ed.. . Retrieved July 17, 2019 from Encyclopedia.com: [5]
  19. ^ Bauer, E., Jakob, S., Mosenthin, R. 2005. Principles of physiology of lipid digestion. Asian-Aust. J. Anim. Sci. 18-2: 282-295.
  20. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, human digestive system. [6]