Hestewergir, wergiren heste
(bi ingilizi:
sensory receptors
), xaneyen taybet in ji boy nasina kartekiran.
Hestewergir dibe ko
xane
,
demarexan
e an ji be?en xaneye be. Hestewergir bersiva kartekiren weki ronahi, germi, pesto, behn, e? u hwd. dide u enerjiya kartekiran bi ?eweyi
erke kar
diguhezine
demarekoendama navendi
.
[1]
Guherinen li nav la? an ji ji hawirdore la? weki kartekir (bi ingilizi:
stimulant
) te navkirin.
[2]
Ji boy berdewamiya jiyane, dive zindewer ji hawirdore kartekir bigire u di demarekoendama navendi de ?irove bike, pa?e bersiva guncav bide
[3]
. Bi vi awaye zindewer ji guherinan agahdar dibe u li dij guherinen xeter xwe dipareze, ji guherinen sudbex? ji sud werdigire. Kartekiren ji hawirdore ne yek le gelek cor in. Dive ji boy her coreki kartekir, coreki hestewergir hebe
[4]
. Ango hestewergir taybet e ji boy kartekirek diyarkiri
[5]
. Hestewergir ne tene kartekiren hawirdore, le yen la? ji digirin. Mirov bi navbeynkariya wan wergiran ji rew?a la? agahdar dibe.
[6]
Weki minak, heke rejeya oksijena nav
xwina
mirov kem bibe, pestoya xwina mirov biguhere, birinek di la?e mirov de cebe, an ji germahiya la?e mirov biguhere, wergiren la? hemu guherinan digire u bi ?eweyi erke kar di?ine demarekoendama navendi. Li
DKN
, ragihandin ten tekuzkirin, pa?e ji boy vegeriyana rew?a asayi ango ji boy rekxistina
hevsengiya naveki
, bersiva guncav ten ?andin boy endam u ?aneyan. Di nav endamen heste de hejmara hestewergiran ji be?en din en la? zedetir e.
[3]
Her kartekirek corek enerjiye lixwe digire. Hestewergir enerjiya kartekiren ji nava la? an ji yen ji jingehi hati digire u diguherine boy erke kar.
[4]
Mirov hay ji hin kartekiran dibe le nikare pe bi hemu kartekiren hawirdore bihese.
[2]
Loma her kartekir di mirov de hestkirin peyda nake, ji boy cebune hestkirine, dive kartekira heste ji aliye hestewergiran ve bene girtin u hetane
tukila meji
bene ?andin. Hestkirin li wir ru dide. Hesten weki bihistin, ditin, behnkirin, cejtin, berkewtin (temas) ji aliye mirovan ve ten girtin . Berkewtin hestek aloz e. Heste berkewtine mirov bi hesten weki e?, pesto u germahiye dihesine.
[7]
Ji xeyni van hestan, hin hestewergir ji mirov pe bi hesten hevsengiye, ?idaniya
masulkeyan
u rew?a gehan dihesine. Bi vi awaye haya mirov ji calakiya la?e xwe dibe.
[7]
Hestewergiren la?e mirov, li gor nasina kartekiran ten dabe?kirin, li gor ve esase di la?e mirov de hestewergir en sereki ?e? cor in,
[8]
mikanikewergir, ronahiyewergir, kimikewergir, germiyewergir, e?anewergir u ozmozewergir. Hinek ji van hestewergiran kartekiren derveyi la? werdigirin, weki minak ronahiyewergir. Hinek hestewergir ji tene kartekiren ji nav la? werdigirin, weki minak ozmozewergir guherina ave ya nav xwine weki kartekir werdigire. Le piraniya hestewergiran hem ji nav hem ji ji derveyi la? kartekir werdigirin.
[9]
Weki minak, kimikewergiren li ser zimane mirov kartekiren
ceje
digirin, le kimikewergirin li ser ruye luleyen xwine, guherina rejeya karbonadioksida nav xwine weki kartekir werdigirin.
Mikanikewergir bersiva livin, pestan (pesto), berkewtin (temas) u tundi dide. Ango ew kartekiren ji livin, pesto u tundiye digire. Li pest u
guhe mirovan
de hejmara wan zede ye.
Ronahiyewergir di
caven mirov
de bersiva guherinen ronahiye dide.
[9]
Kimikewergir bersiva madeyen kimyayi dide. Li ser
ziman
u li
difine mirov
de hejmara kimikewergiran zede ye. Hesten behnkirin
cejkirin
ji ber calakbuna kimikewergiran peyda dibe.
[6]
Germiyewergir cavderiya pileya germahiya devrubere la? dike, bersiva guherinen pileya germahiye dide. Du coren germiyewergir heye,
sarewergir
u
germewergir
. Hejmara germiyewergir li
pest
,
kezeb
,
masulke
u hipotalamuse de zede ye
E?anewergir
demarexaneyen
taybet in ji boy wergirtina e?e.
[10]
Weki minak e?a diran, e?a zik. E?anewergir hema li her aliye hundir u derveyi la? de cih digirin.
Osmozewergir bersiva guherina xestiya
xwine
dide, ji boy rekxistina rejeya ava nav xwine kar dike. Heste tibune ji ber calakiya osmozewergiran peyda dibe. Di hipotalamuse u di
gurcikan
de bi hejmarek zede osmozewergir heye.
- ^
Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.
ISBN 978-0-13-127384-9
sensory receptor
- ^
a
b
McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^
a
b
Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^
a
b
Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^
Cullen, K. E. (2004). Encyclopedia of Life Science. NY: Facts On File, Inc.
- ^
a
b
Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^
a
b
Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^
Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^
a
b
Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^
Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc