Dengbeji

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
Dengbeje kurd Silemani Dengizi

Dengbeji , stranen kevne?opiya canda kurd e ku buyeren evini, lehengi u hwd bi stranen be-enstruman ji aliye hunermenden dengbej ve hatine gotin u hatine tomarkirin. [1] Di diroke taybetiyek giring e ku buyeren diroki bi niviski ne, bi gotinen stranen dengbeji aliye hunermenden dengbeja ve hatine tomarkirin. Dengbejen Kurd li ser gelek buyeren diroki de helbesten xwe nivisine u jiber sedeme gelek buyeren ku di diroken dawiye de qewimiye nehatiye windakirin. [2]

Dengbej [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Komek ji civata dengbejan li Mala dengbejan, li Amede.

Dengbej bi wan kesen ku nuce,buyer u hewalen qewimi bi ?ewazeke lirik u meqam di nava gel de di civatande distiran re te gotin. Di vir de deng bi wateya ``xeber,nuce`` ye. Ne bi maneya hes u seda ye. Dengbej miroven gerok bun. Pirr dereng nine, dibe ku hina cend salan pe?ta, dengbejen bi nav u deng gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan u li kucan, li ser bederan, li ko?ken axan u began, li konen re? yen kocber u bertiyan, hemu mirov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra ciroken u kilamen li ser dilan, ?er u mertiye digotin. Bi vi avayi li gundeki demeki kurt disekiniyan u hinek bibe ji jiyana re? ye mirovan ?a dikirin.

Meriv kare dengbejan bike du bes: cirokbej bi girani cirokan dibejin u beytbej ji helbestan dixwine. Herwiha, li Kurdistana rojhilat ji dengbejan re lavjebej te gotin u cend dengbejenheri nas ji Qafqasyaye (Ermenistane) ne. Carina dengbej kilam u ciroken xwe bi alikariya duduk/qernete, tembur u enstrumanen din didin xwandin.

Li hela din da cand u zimane kurdi di hela dengbejiye da, yane di hela gotin, kilam, stran u cirokan da pirr dewlemend buye. Zimane kurdi bi gotinen dengbejen heja hettani roja iro hatiye u wunda nebiye. Gava ku em iro hina kurdi qise dikin, va kerri pirri ji saya dengbejan e.

Kilamen li ser Filite Quto , Lawike Metini , Meme Alan , Evdale Zeynike , Derwe?e Evdi , Bave Fexriya , Bave Bexcet , Xale Cemil , Geliye Zilan , ?ere Uriz , Xezale , Teli nav kurdan gelek bi nav u deng in.

Mijaren sereke yen dengbejiye [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Kok u pekhatina gele kurd, serhildan u azadi hin mijaren heri giring en kilamen dengbejiye ne. Te bawerkirin ku kurd xwe di demen beri zayine de li ciyayen Zagrose bi cih kirine u pi?tre rojhilata navin ji xwe re kirine welat. Iro gelek texmin u ciroken populer di derbare ve yeke hene ku kurd neviyen sumeran, mediyan yan ji urartiyan in. Li hemberi ve yeke efsaneyen diroki yen sedan sali hene ku wergeriyane kevne?opan u bune be?eke candi ya kurdan. Helbestvane faris Firdewsi (940 - 1020) di berhema xwe ya bi nave Sahname de behsa ciroka hesinkar Kawa dike, ye ku li diji Dehaqe zalim seri rakiriye. Heman cirok ji aliye diroknase kurd ?erefxan di sala 1597'an de hate nivisandin u ev berhem wek cavkaniya heri bedew a diroka gele kurd te hesibandin. Li gori ?erefxan, gele kurd neviyen kec u xortan in, en ku ji Dehaqe zalim hatin xilaskirin. Pi?re Kawaye hesinkar serhildaneke serkefti li diji Dehaq pek ani u Dehaqe ku?t. [3] Ev efsaneya Newroze ?era di nava helen ba?/rind u xirab dike sermijar u bi vi havi serhildan kurdan u daxwaziya wan a azadiye tine ziman.

Di dema nujen de dengbeji [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Dengbejan li hemberi hemu astengi u hewldanen asimilasyone di parastina canda xwe de biserketine u be?eke giring a muzik u canda kurdi gihandine dema me. Bi saya wan e kilamen dengbejiye- he ji - wek dirokek zindi - rasti ecibandina gihdarvanan ten. Ewqas ku kilamen dengbejiye ji hunermenden ciwan re dibin cavkani u ilhameke giring.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ "Dengbej nedir?" . KARAR (bi tirki) . Roja gihi?tine 19 gulan 2022 .
  2. ^ Gundemi, Otekilerin. "Yasak Bir Dilin Anlatıcıları: Dengbejler" . https://www.otekileringundemi.com/ (bi tirki) . Roja gihi?tine 19 gulan 2022 . {{ cite web }} : Di |malper= de linkeke derve heye ( alikari )
  3. ^ Martin Strohmeier, Lale Yalcin-Heckmann: Die Kurden. Geschichte, Politik, Kultur. (Gele kurd. Dirok, siyaset, cand). Munchen 2010: Beck. ISBN 978-3-406-59195-2

Mijaren tekildar [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Giredanen derve [ biguhere | cavkaniye biguhere ]