한국   대만   중국   일본 
Coga herise - Wikipediya Here naveroke

Coga herise

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
Bi gelemperi coga herise ya ajalen gihaxwer, ji yen go?txwer direjtir e.

Coga herise , coga xureke an ji reka herise (bi inglizi; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract ).

Endamen koendama herise du cor in; endmen herise u endamen alikare herise. Coga herise ji endamen herise pek te. Endamen coga herise; dev , gewri , soricik , gede , ruviya zirav e ruviya stur e. Ev endaman ji dev heta kome bi ?eweye bori direj dibin. Bi girjbun u xavbuna masulkeyen diware coga herise, xurek ji dev ber bi kome te guhestin. Bi gelemperi coga herise ya ajalen gihaxwer , ji yen go?txwer direjtir e [1] . Direjiya coga herise ya mirove zindi 7,60 metre, ya mirove miri bi qasi 10,60 metre ye [2] . Ji ber ku dev u kom vedibin derve ye la?, xurek u ava di nav coga herise weki derve ye la? te hesibandin [2] . Loma herisa nav coge ji weki herisa derveye xane te navkirin. Coga herise ji du be?an pek te, be?a yekem ji dev heta gedeye ye. Be?a duyem ji ji gedeye heta kome ye. Ji ber erka endaman, pekhateya coga herise li hemu be?an de ne wekhev e, li bi gelemperi ji soricike hata dawiya ruviya stur pekhateya coga herise di?ibe hevdu [2] .

Pekhateya coga herise [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ji lumene ber bi derve, cog ji car cinan pek te; cina linceperde, cina jerelinceperde, cina masulkeyan u cina betane(seroza)

Ji seri heta dawi, coga herise ji cinen ?aneyan pek te. Valahiya coge ya xurek di nav de derbas dibe, weki lumen te navkirin. Ji lumene ber bi derve, cog ji car cinan pek te; cina linceperde , cina jerelinceperde , cina masulkeyan u cina betane(seroza). Li hin be?an, betan bi cina mezenteri dapo?i ye [2] .

Cina linceperde [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ruye aliye lumene ya linceperde, bi lincemadeye dapo?i ye. Ji ber madeya lince ruye coge xijok e, loma xurek bi hesani di nav coge de xij dibe. Lincemade ji aliye ruke?exaneyen coga herise te derdan. Lincemade re li ber enzim u asiden herise digire, bi vi awaye diware coge ji egera ziyangirtine dipareze [3] . Xureken herisbuyi ji aliye cina linceperdeye te mijin. Cina linceperde ji ji se cina pek te [4] . Cina ruke?e?ane rasterast bi xurek ve di nav temase de ye. Li bine ruke?e?aneye de cina bestere?ane ya sist heye. Li gel van cina, linceperde cinek tenik a masulkeyen lus ji lixwe digire [2] .

Cina jerelinceperde [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Li bine linceperde, cina jerelinceperde heye. Jerelinceperde ji bestere?ane ya sist pek te u gellek luleyen xwine , luleyen limfe u demar di nav bestere?aneye de cih digirin [2] . Luleyen xwine u limfe xureken ji aliye linceperdeye de hatine mijin, diguhezinin her aliye la? [5] . Herwiha limfegire ji di jerelinceperde de cih digirin. Ev limfegireyan weki mina aloqan , li hember hokaren nexwe?iye bergiriya la? dabin dikin [5] . Herwiha ji bo derdanen heriskirine, di nav cina jerelinceperde de rijenen herise ji hene.

Cina masulkeyan [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Cina seyem a coga herise cina masulkeyan e. Ev cin bi gelemperi ji du cinen lusemasulke pek te. Cina hundir ji masulkeyen bazini, ya derve ji ji masulkeyen direjki pek te [3] . Di navbera masulkeyan de luleyen xwine, luleyen limfe u tora demar heye. Bi girjbun u xavbuna cina masulkeyan, herisa mekanik a xurek ru dide [2] . Xurek ji soricike ber bi ruviya stur, ji ber girjbuna van masulkeyan diherike. Ji ber kare xwe ye taybet, gede li gel masulkeyen bazini u direjki, cinek masulkeyen ceperast ji lixwe digire [4] . Masulkeyen gewri u yen gu?era kome, peykeremasulke ne, loma daqurtina xurek u derketina destave di bin kontrola mirov de ye [2] .

Cina betane (seroza) [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Ruye derve ye coga herise bi cina betan e dapo?i ye. Betan perdeyek xijok u hilu ye [6] . Coga herise ji ber culeya(livin) masulkeyen coge, hertim di nav zikekelene de dilive. Cina betane di navbera coga herise u endam u pekhateyen derdora coge de lekxi?ane kem dike, bi vi awaye coga herise, be ku raste tu ziyane were, be navber bi culeya peristalti , girjbun u xavbune didomine.

Rekxistina calakiya coga herise [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Koendama demar , hormonen herise an ji di nav coge de hebun u tunebuna xurek, bandor li ser calakiya coga herise dike. Sistema simpasawi u parasimpasawi ya koendama demar a navendi , girjbun u xavbuna lusemasulkeyen coga herise kontrol dike. Bi gelemperi sistema simpasawi calakiya coga herise kem dike, sistema parasimpasawi ji calakiya coge zede dike [2] . Hormonen weki gastrin , kolesistokinin u sekretin ji bandor li ser calakiya hin be?en coga herise dikin. Herwiha dema di nav coga herise de xurek tune be, calakiya coge ji kem dibe.

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ OpenStax Biology. 2013. [1]
  2. ^ a b c d e f g h i OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  3. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978?0?07?337809?1
  5. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.