한국   대만   중국   일본 
Charlie Chaplin - Wikipediya Here naveroke

Charlie Chaplin

Ji Wikipediya, ensiklopediya azad.
Charles Spencer Chaplin
Charlie Chaplin (1915)
Nave rasti
Sir Charles Spencer Chaplin
Jidayikbun 25e kanuna pe?in  a  1977an
Mirin 25e kanuna pe?in  a  1977an  (88 sali)
Vevey ( Swisre )
Sedema mirine (Sedemen siru?ti)
Cihe goristane cemetery of Corsier-sur-Vevey  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelati   Keyaniya Yekbuyi Britani
Perwerde
  • Cuckoo Schools
  • Black-Foxe Military Institute  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pi?e Aktor, derhener
Hevjin Mildred Harris
Lita Grey
Paulette Goddard
Oona O'Neill
Partner
  • Joan Barry (1941–1942)  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok 11 (1 ji Mildred Harris, 2 ji Lita Grey u 8 ji Oona O'Neill)
De u bav
  • Charles Chaplin Sr.  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Hannah Chaplin  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (de)
Xelat
  • Commander of the Legion of Honour
  • Kinema Junpo award
  • Academy Honorary Award (1929)
  • Bodil Honorary Award (1959)
  • Silver Ribbon for best foreign film director  Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper www .charliechaplin .com   Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhere  -  Wikidaneye biguhere Belge

Charles Spencer Chaplin (jdb. 16e nisana , 1889 ? m. 25e kanuna pe?in , 1977) aktore komediye, derhener u bestekare navdar e li Inglistane hatiye dinyaye ye.

Karaktere sinemaye ye bi nave ?arlo , kir ku li seransere cihane nave wi belav bibe, ev karakter ji aliye wi ve li Hollywoode hate afirand. Di filmen xwe de tundi u neheqiyen li ser miroven ji reze bi zimaneki qerfi u dem bi dem ji bi xemgini raberi mirovan kir. Di filmen wi de hezkirina mirovan li pe? bu. Her wisa di filmen wi de tegihi?tineke beminak a rexnekirine ji hebu.

Jiyana Chaplin bi peyven wi [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Hevjina Chaplin a 16 sali, Mildred Harris
Hevjina duyem; Lita Grey

Jiyana Charlie Chaplin ji deve wi halo te gotin; “Kure Chapline listikvan , ez Charles Spencer Chaplin di 16e nisana 1889an de li Londone hatime dine. Bave min listikvaneki mizahi ye hoste bu, diya min stranbeja operete bu, pi?tre li ?anoyen Vareyteye xebiti. Min salen xwe yen zaroktiye li Londone li taxa xizanan ( East Side ) derbas kir. Pi?ti ku bave min bu muptelaye alkole, edi li male xwarin cenebu. Ji bo qafikeke ?orbeya germ, biraye min Sidney gelek caran mecbur ma ku li deriye saziyen xerxwaziye bide. Min nekari pe re herim; me her duyan heman soli bi dorveger li pe dikir. Bave min em di nava xizaniyeke mezin de hi?tin u mir. ?e? salan ti der nema ku min li deriye we neda. Min erebevani kir, ?evan li ciyen cur bi cur xew kir. Di dawiye de diya min karek dit, le pi?tre disa em bepere man. Biraye min Sidney, heta je dihat ali me dikir. Le edi je re ji giran dihat, ji bo garsoniye bike cu Afrikaya Ba?ur . Pi?tre ez ketim kumpanyayeke ?anoye. Ez 14 sali bum u ti?te ji min dihat min dikir, lewre ev kar edi ji bo man u nemane bu. Ez dizanibum eger cave wan min negire, disa em her du (ez u diya min) de birci biminin. Le eger cave wan min bigire, her roj de taseke ?orbeya germ hebuya bo me. Ez u ?ano ji hev ne dur bun, bere bi koma The Eight Lancashire Ladse re derketibum ser dike. Le ve care wan rolek dabu min, diaxivim, tema?evanan ji guhdariya min dikir. Edi ez ketibum nava kadroye (weki ji bo hemu listikvanan) edi ji bo min serdema gerokiya li ?anoyen jevketi yen li car aliyen Ingilistane destpe kiribu. Le edi ez u diya min ne be?iv bun. Dema ketim nozdehsaliya xwe, Fred Karnoye ku di cihana ?anoye de navdar e, ez xistim nava koma xwe. Ez di revuya bi nave A Night in a London Clupe (?eveke li Klubeke Londone) de di role serxwe?eki de dilistim. Listik geleki hate hezkirin, bi sedan caran hate ni?andan, em li seransere Ewropaye geriyan. Pi?tre Fred Karno biryar girt ku here Amerikaye . Di sala 1911an de em cune Amerikaye u li bi sedan bajaran em listin. Edi heftane sed dolar dikeve deste min. Hosteye qerfe ye dahatiye Mack Sennet ku ez li ser dike ditim, bi heftane 125 dolari li Keystone Film Companye kar da min. Ez di gelek kurtefilmen qerfi ku bala kesi neki?andin de listim. Pi?tre min li New Yorke kurtefilm ki?andin. Ji ber ku gel ji van hez kir, min yek ji wan bi 2000 dolari firo?t. Pi?ti yazdeh salan, min e ji firotina 11 kurtefilman milyonek dolar qezenc bikira. Ez bi ser ketibum. Filmen min li hemu deveren cihane dihatin ni?andan. Ez bum listikvane yekemin ku mala filmcekeriye ji bo xwe ava kir. Min li Hollywoode studyoyek da cekirin u edi li ser nave xwe dixebitim. Pi?ti saleke min li gel Mary Pickford , Douglas Fairbanks u derhener Griffithi United Artist Corporation ava kir. Di sala 1920an de min cara pe?i filmeki metrajdirej cekir (The Kid / Lawik, Jackie Coogan ji te de listibu). Pi?ti vi filmi, filmen The Pilgrim (Haci, 1922), A Woman of Paris (Jineke Parise, 1923), The Gold Rush (Eri?a bo Zeran, 1925), The Sircus (Sirk, 1928) hatin. Ez ji bo van filman se salan xebitim. Cara pe?i zewicim: jina min a pe?i Mildred Harris , ya duyemin Lita Grey bu. Hemu ev e.”

Ji bili ve diya Chaplin li nexwe?xaneya nexwe?iyen deruni hatiye razandin, Chaplini pi?tre du zewacen din kirine. (Paulette Goddrad u Oona O'Neil) Heriwha ji City Lightse (Ronahiyen Bajer, 1931) heta Limelighte (Ronahiyen Dike, 1952) gelek berhemen sereke cekirine.

Charlie Chaplin:

Pi?ti temenek feqiri u belengazi, ez dewlemend u binavudeng bum u min tederxist ku( ez pehesyam ku),

Bi pere, seet te kirin,

Le dem, na.

Meriv dikare pe meqaman bikire,

Le rez u hurmete, na.

Meriv dikare pe pirtukan bikire,

Le zanine, na.

Dikari dermane pe bikiri,

Le silametiye, na.

Dikari pe nivinan bikiri,

Le xewe, na.

Erzi?a merivan, bi malhebuna wan nine,

Bi merifeta wan e.

Jiyana Sinemaye [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Charlie Chaplin (1914), ji filme yekemin Making a Living
Charlie Chaplin (1914), ji filme Kid Auto Races at Venice

Razen pi?eya Chaplin ew bun ku gaven xwe ji hev vedikirin u dime?iya, dikaribu hesten xwe bi ruye xwe ni?an bide u la?e xwe bi hosteyi bi kar bine. Dema ku Chaplin bi Fred Karno re dixebiti, ev fer bun.

Pi?ti filme xwe ye pe?i ye bi nave Making A Livinge (Daborandin, 1914) ku Henry Lehrmani derheneri kiribu u bi Nobel Normandi re listibu, di filme bi nave Kid Auto Races at Venice (Li Wenise Pe?baziya Otomobilan, 1914) de ew cilen ku ew navdar kir li ber xwe kirin. [1] Te gotin ku Chaplin bere ev cil nesewirandine; li Keystone cilen listikvanen din li ber xwe kirine. ?ale fireh ye Fatthy Arbuckleyi ye, cakete teng ye Charles Avery ye, ?ewqeya melon ye xezure Arbuckleyi ye, solen riziyayi yen Ford Sterlingi ne. Simbel ji li gori simbelen Mack Swain hatiye cekirin. Tipe “?arlo” cebuye le filmen pe?i yen Chaplini tene filmen qerfi yen ji reze ku di?ibin filmen listikvanen din en Mack Senneti ne. Ji bo Mack Senneti, di filman de tene cirokeke ku bi lezgini te vegotin u qerf hene; nabe ku cihana hundirin ya mirovan be vegotin. Le nerina Chaplini ya mirovhez, de xwe bispere cihana hundirin a kesen ku jiyana wan vedibeje.

35 filmen ku li Keystone ki?andine, ji bo Chaplini bune weki pevajoya ?agirtiye ye. Pi?ti filme 12 emin , alikariya derheneriye ji kir. Pi?ti filme xwe ye bistemin Laughing Gase (Gaza Tiqetiqe, 1914), edi wi derheneriya filmen xwe kir. Di van filman de evinen qedexe, meren hesud, diransazen ecemi, otomobilen li hev diqelibin, miroven serxwe? bun hemanen qerfi.

Derbasbuna Essanaye [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di sala 1915an de dema derbasi Essanaye bu, ev yek ji bo wi bu lutkeyek. Beriya her ti?ti, edi hejmara filmen ku diki?andin hindiktir bu le behtir li ser filmen xwe hur dibu. Di sala 1915an de tene 12 film cekirin. Li studyoyen Essanaye yen li ?ikagoye filmeki serketi ye bi nave His New Job (Kare Wi ye Nu, 1915) ki?and, le disa ji, ji ve derdora xwe ya nu hez nekir. Bi derhenere ditbari Roland Todherohe ku de bi salan pe re bixebite re derbasi studyonen Essanaye yen li Kaliforniyaye bu. [2] Chaplin ji ?erten li wir aciz bu, u pi?ti cekirina yek filime (Kare wi ye nu, 1 sibat 1915 hate berdan), cu stadyoya picuk a pargidaniye li Niles, Kaliforniyaye. [3] Li ve dere Edna Purviance ya ku de he?t salan di filmen wi de di rollen jin en sereke de bilize, ke?f kir.

Pi?ti The Tramp (Serseri, 1915) u The Banke (Banka, 1915) filme Police (Polis, 1916) ki?and u pe re cara pe?i ci da rexneya civaki u bi filmen weki The Kid (Zarok, 1921), The Pilgrim (Heci, 1923) dewam kir. Di filmen we serdeme de edi tipa ?arlo digihije. Qerf, ji rew?a ku ?arlo te de ye diqewime, aliye mirovi zede dibe u tenetiya ?arloyi beloq dibe. ?arlo, astengiyen ku ji ber mercen civaki yen xedar derdikevine pe?iya wi, beyi alikariya kesen din, bi pekariya xwe u hineki ji bi ?ense xwe derbas dike. Li gel qerfe, edi xemginiya ku ji ber aliyen nereni yen civake ji di filman de cicigirin.

Charlie Chaplin u Edna Purviance ji filme Work , 1915

Pevajoya Mutuale [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

1916

Chaplin bi heftane 10 hezar dolari derbasi Mutuale bu u ev yek ji bo jiyana wi ya pi?eyi bu gaveke pe?tir. Chaplini li Mutuale di ?e? mehan de 12 film ki?andin. Yek ji van filmen ku te de listikvaniyeke hosteyi u mijaren rojane ji hebun, One a.m. (Yeke ?eve, 1916) e. Di vi filmi de Chaplin serxwe? vedigere male u ew u kilila deri, xalice u alaven din en navmale dikevine qiriqa hev.

Di The Pawn Shope (Dikana Qepaliye, 1916) de demjimerka mu?teriyeki parce dike. Easy Street (Taxa Hesan, 1917) li gori cavderiyen zirekane yen li taxeke xizan hatiye ki?andin u xizani u tirsa li taxe serdest e dibine mijaren filmi. Di The Immigrant (Kocber, 1917) de mijar rewitiya bi ke?tiye ya kesen ku ji bo ?adiye koci Amerikaye dikin e, u di filmi de te diyarkirin ku ?adiya te xeyalkirin disa de betali, xizani u teneti be. Bi vi awayi pileya rexneya civaki bilind dike. DI filme ku si xulek e de, Chaplin ve maweye bi zireki bi kar tine. Her ciqas ke?ti tije xuya bike ji, Chaplin tene 16 figuran bi kar anine. Hejiyana guverteye ?eweyeke nutir dide revecuna Chaplini u Chaplin heman hostetiye di sahneya pokere de bi hileyen kaxizan ni?an dide. Cawan ku Abideya Azadiye xuya dike, kocberen ku berev pa? werisan tene dafdan, di nava bexemiya bajareki hut, weki keriye ajalan ji ke?tiye tene derxistin. ?arlo nizane ku dive li lokantaye ?ewqeya xwe derxe, nikare listeya xwarinan bixwine; ev sahneyen watedar in ku xeribiya wi ya li jiyana bajari ni?an didin.

Charlie Chaplin u Jackie Coogan ji filme The Kid

The Adventurer (Maceraperest, 1917) ku ciroka mehkumeki bere ye kevn vedibeje pergala civakeke cewsiner ji radixe ber cavan. U di filmen A Dog's Life (Jiyana Kucikeki, 1918) u Shoulder Arms (Tiving li Ser Milan, 1918) ku li ser nave First Natione ki?andin de tevgeriyana takekesan a li derdoreke civaki ya diyar kurtir vedikole. ?ibiyana jiyana ?arlo u kucike wi ya di filme Jiyana Kucikeki de, rew?en qerfi ji cavderiya rastiyen rojane pek ten.

Tegihina dibistana Sennett edi tune buye; kecika ciwan a tadayiditi u xorte ba? e ku li hemberi cewisandina civake becare ye, derdikevine pe?. Shoulder Arms ji ?ere cihane ye yekem ji caven le?kereki di kozikan de ?eri dike, raberi me dike. Li gel ku hin be?en we hatine qutkirin, disa ji ti?ten di kozikan de tene seri wi me dikeninin u peyameke dijberi ?er u a?tiyane dide. Pi?ti ku Chaplin edi nakokiyen pergala kapitalist a Amerikaye ni?an dide, hin derdor bi caven din bere xwe didine. Hestyariya ku di filmen bere de ji xwe dida der, pi?ti The Kide zedetir derdikeve pe?. Di The Kide de edi tenetiya ?arlo ne li navende ye; ti?te li navende tekiliya hezi ya di navbera wi u zaroke ( Jackie Coogan ) ku li derve ditiye u xwedi dike de ye. Dema ku li ser ge?buna ve tekiliye kar te kirin, ci dide rexneya mercen civaki u rexneya sazi u dezgeyan.

Filmcekere xweser [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

Di filme Haci ku ciroka sucdareki pi?ti po?maniye digihije kefxwe?iye vedibeje de, aliye wi ye xwe?bin derdikeve pe?. Pi?ti ku bi armanca di roleke dramatik de ceribandina Edna Purvianceye, ji bo United Artista li gel Douglas Fairbanks, Mary Pickford u D.W.Griffithi damezirandiye filme bi nave Jina ji Parise ki?and u ev film ji hela abori ve tek cu, Chaplin, Eri?a bo Zeran u Sirk ki?and (Di filme Jina ji Parise de serlehenge mer Adolphe Menjou ye, Chaplin di roleke bicuk de dilize).

Dimenek ji filme Eri?a bo Zeran

Filme Eri?a bo Zeran ku weki yek ji filmen heri serkefti yen Chaplin te qebulkirin u li gel ku dawiya we mirad?adi ye ji weki “trajediyeke hemdem” te qebulkirin. Di filmi de, ?arloye zerger ku dibeje qey ew e negihije hezkiriya xwe, madeneke zeran dibine u digihije hezkiriya xwe. Di seransere filmi de kesen ku lehengen romanen Jack Londoni tinin bira mirovan li diji xwezaye tediko?in u di we navbere de ba?i u kemasiyen ti?ten ji desten mirovan derdiketine diyar dibin. Li hemberi dijminen mirovan en heri kevn en weki birciti, serma u ajalen dirinde, hevalti u hevgirtin te rojeve. Edi hemanen qerfi tene mijare temam dikin u Chapline ku pi?ta wi li kameraye ye u bi sermilen xwe peyama xwe dide, ve yeke ji listikvanen heri ba? ku dikin peyama xwe bi ruye xwe bidin cetir dike.

Chaplin, cihana xweser ku di nave de tevgereke ji reze an ji buyereke rasthati dikare bibe sedema zincirebertekan, bi filme Eri?a bo Zeran berdide. Ji we cihane derdikeve u tev li civaka xwe dibe. Ji niha pe ve ew ne serlehenge drameke ku wi cekiriye ye, keseki ji reze ye di trajediyayeke ku edi qeweta wi bi tene nagihije de. Edi Chaplin ji tipe derbasi mitose buye. Ji niha pe ve qerf weki qalikeki ruberi ye, u dema qaliki radiki drama di bine we de xuya dike.

Charlie Chaplin (1920)

Mijara filme Sirke ku palyaco dil dikeve keceke delal, mijare te zanin e. Polis dibejin qey ?arlo diz e u ji ber ve bi du wi dikevin; ?arlo, dema ji wan direve, dikeve kone sirkeke u xwe li ser dike dibine. Ji ber ku tema?evan geleki pe dikenin, li sirke dest bi kar dike u dil berdide keca delal a xwediye sirke. Ev mijar mijareke te zanin e, le bi awayeki ji awayan ku sinemaya we deme nizane; evineke behevi, qenciyeke bebergidan, fedakari u tenetiye vedihone. Qerf, digihije encameke wisa ku tene Chaplin dikare bigihine. ?arloye li ciye kone sirke ye hati rakirin, weki ku fedakariya kiriye dinirxine (dema ku kecika wi dil daye dil dide canbazi, ew ve yeke bi xwe?bini pe?wazi dike), li ser ruye wi xemginiyeke beminak heye. Le ev pir naajo. Heviya ?arlo ya ji bo cihaneke cetir xwe betir dide hiskirin. Pi?ti ku ni?aneya xeyalen xwe ango sterka kaxizin diqurmicine u daveje ciyeki dur, dest bi me?a li ser riya ku de heviyen nu bide, dike. Rawestgeha wi ya pi?tre de City Lights (Ronahiyen Bajer, 1931) be.

Chaplin di filme City Lightse de ku pi?ti hemana deng ketiye sinemaye ki?andiye, ci nedaye axaftinan; tene pi?teke muzike daye. Li gel ve ji ev film edi klasikeke sinemaye ye. Tekiliyen di navbera kulilkfiro?eke kor, milyonereki ku dema serxwe? dibe ji xirabiyan paqij dibe u ?arloye ku ji bo caven kecike vebin li gel xetereya ketina girtigehe pereye wi zilami xerc dike de tiqetiq u xemginiye bi hosteti digihine hev u ni?an dide ka civak cawan dikare takekesan bicewisine. Li hemberi qerfa ku dema zilame milyoner serxwe? e ?arloyi hembez dike, le dema te ser hi?e xwe wi diqewirine, film bi xemginiya xwe dibe klasikek. Dema keckike kulilkfiro? ?arloye he nu ji girtigehe derketiye, be gopal maye u zaroken taxe heneke xwe pe dikin nas dike, dibehite, u di we keliye de ?arlo bi awiren xwe yen ku xemgini u ?adi bi hev re te de hene bersive dide kecike, Chaplin yek ji dimenen nemir en sinemaye zeft dike.

Dema ku di merasima vekirina Birdariya A?ti u Aramiye de xeliya li ser birdariye te rakirin, ?arloye ku di bine de xew dike xuya dibe; beguman ev hinartinek e ji bo qeyrana 1930i. ?arloye ku caven kecika je hez dike vedike u we dil?ad dike, dil?adiya xwe ku?tiye. Dil?adiya ?arloyi tene di nava mejiye wi de ye. Rubirubuna bi rastiyan re ve dil?adiye ji nave dibe. Di filmen beriya ve de, dem aku ?arlo dihate terkkirn, bi heviyeke dikete ser riyeke din. Le di vi filmi de, xemgini digihije pileyeke wisa ku dil?adiye ji ji nave dibe. Le berteka ?arloyi ya li hemberi tekcune we xurt be.

?arlo di filme pi?tre Modern Timese (Demen Hemdem, 1936) de pe?i pergala civaki ya salen 1930i bi xurti rexne dike, u tipe ?arlo bi dawi dike, u filme tana siyasi ya di diroka sinemaye de be minak e, ango The Great Dictator (Diktatore Mezin, 1940) diki?ine.

Charlie Chaplin di filme Diktatore Mezin de bi rola Adolf Hitler (1940)

Bingeha hostetiya qerfi ya Chaplini ew e ku, Chaplin mirovan ba? nas dike. Chaplin dizane ku miroveki ketiye rew?eke qerfi u tengezari de bala mirovan biki?ine. Weki minak, rew?a ku ba ?ewqeya li sere jineke difirine ne qerfi ye. Ti?te qerfi ew e ku ew jinik bi pore xwe ye gijoki u eteka xwe ya ji ber baye bi hewa dikeve, bide du we ?ewqeye. U eger ya dikeve we rew?a zehmet ne miroveke ji reze be, bandora qerfe he zedetir dibe. Di filmen qerfi yen ?arloyi de polis gelek caran dikevine caliken ave, li qutiken boyaxe diqelibin, ji otomobilan dikevin. Kesen bi otoriteye xwe dipesinin bikevine rew?en zehmet, ji miroven ji reze yen ketine heman rew?en zehmet betir dibine qerfi. Yen ku dikevine rew?en qerfi le haya wan ji ve tune ye, hemaneke din a qerfi ye di filmen ?arloyi de. Minaka ve ya heri ba?, serxwe? in. Li gel ku pir vexwarine u serxwe? in, dibejin ku wan hic venexwariye. Dikin ku sergevez bin. Sergevezi yek ji regezen bingehin en ?arloyi ye. Bikevine kijan rew?a qerfi ji, bi serdevki bikeve ser erfde ji, xema wi ew e ku gopale xwe ji erde rake, ?ewqeya xwe ya melon li ser xwe bike u berstuka xwe rast bike. Gopal, parceyeke bingehin a tipe ?arloyi ye. ?arlo gopal weki hemaneke qerfe bi kar tine. Gopal timi li piye hinekan diqelibe, hinekan ji sermile wan ve digire. Dema ku ?arlo bang li yeki bike, di ciye ku dest bide sermile wi, bi gopale xwe wi ji mile wi diki?ine.

Gora Charlie Chaplin li Swisreye

?arloye ku bi gopale xwe, xwe dihejine le bi awiren cidi dime?e, weki camereki sergever xuya dike. Ev tevgeriyana “seretahez” ya ku bi xuyakirina xwe nelihev, bi sere xwe hemaneke qerfi ye. Dijberi u nakoki di bingeha qerfa Chaplini de hene. Biner hem ji nakokiya di navbera ba? u xirab, zengin u xizan, bi?ens u be?ens de hez dike, hem ji hez dike ku di nava cend xulekan de hem bikene hem ji xemgin bibe. Dize ku dide du ?arloyi her tim xurt e u peknehati ye. ?arlo ji hin canbaziyan dike, ji navbera lingen polisi re derbas ji dibe. Kesen ku neheqi u tadayiye li ?arloyi dikin ji her tim xurt u qelew in. ?arloye ku dizane biner aligiren lawazan in, di rew?en wisa de sermilen xwe difisine, ruye xwe diqermicine u xwe dixe rew?eke li ber giriyane. Ji ber ku helwesta nebende bineran dikenine, ?arlo pe?i weki ku biner li bende ne tevdigere, u pi?tre berevajiye ve dike u bineran dikenine. Dema ku biner dibeje qey ew e li ser riyeke bime?e, ?arlo dikeve otomobileke. Chaplin hosteye kenandine ye le naxwaza pir bikenine. Ji devla ku bineran bi xulekan bikenine, ew cetir dibine ku biner dem bi dem ji dil bi tiqetiq bikenin.

Dozinere sinemaye ye fransiz Louis Delluc , Chaplini di?ibine Molieri u niviskare sinemaye Elieyi ji di?ibine Shakespeare . Di her du ?ibandinan de ji mafdar e. Lewre Chaplin tekane hoste ye ku di sinemaye de qerf u xemgini gihandine hev. [ cavkani hewce ye ]

Cavkani [ biguhere | cavkaniye biguhere ]

  1. ^ Blanke, David (2002). The 1910s . American popular culture through history (Capa illustrated). Westport, CT: Greenwood Publishing Group. r.  226 . ISBN   978-0-313-31251-9 . Roja gihi?tine 21 heziran 2010 .
  2. ^ Robinson, p. 135.
  3. ^ Robinson, p. 137.

Giredanen derve [ biguhere | cavkaniye biguhere ]